Li Parlamenta Danîmarkayê Konferansa Newrozê hat lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Newrozê de, Komeleya Dostaniyê ya Danîmarka-Kurd "Kurdisk Forûm" li avahiya parlamentê Qesra Chrîstîansborgê konferansek li ser Newrozê lidar xist.

Tevî lidarketina konferansê, li meydana şaredariyê ya li navenda bajarê Kopenhagenê, li bajarên Alborg, Horsens, Aabenraa, Sîlkeborg û Holstebroyê di heman demê de agirê Newrozê hat dadan.

Pîrozbahiya li Kopenhagenê, tevî barana dijwar jî bi girseyî pêk hat. Beşdaran li dora agir govend gerandin.

KURD JI BO RÛMETA MIROVAHIYÊ ŞER DIKIN

Konferansa Newrozê jî, ku êdî bi rengekî kevneşop her sal li Parlamenta Danîmarkayê pêk tê û nûnerên gelek partiyan tevlî dibin, îsal bi sernavê 'Bila dawî li zextên li Tirkiyeyê bê anîn' hate organîzekirin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li konferansê axivî û bi taybetî bal kişand ser şerê li dijî DAIŞ'ê. Ûzûn diyar kir, Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê şer dikin, lewma pêwîstiya wan bi alîkariya tevahiya mirovahiyê heye.

Dûre Parlamentera Partiya Alternatîvet Ûlla Sandbaek axivî û bibîr xist, ku tevî şandeyek ji endamên Komîsyona Ewropayê di meha Sibatê de wan xwestine biçin serdana Ocalan, bi vê armancê çûne Tirkiyeyê, lê belê rewşa ku li Tirkiyeyê dîtine, cihê tirs û fikaran e.

EZ BÛM HEYRANÊ BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNÊ YA KURDAN

Serokê Koma Partiya Koalîsyona Sor-Kesk Enhedslîsten Jakob Solvhoj jî çavdêriyên xwe yên 8'ê Adarê li Enqere û Stenbolê ji bo şpandina dozên Hevserokên HDP'ê çûbû serdanê, vegot. Solvhoj bal kişand ser biryardariya têkoşînê ya mûxalefeta li Tirkiyeyê bi taybetî ya endamên HDP'ê û diyar kir, ew bû heyranê vê biryardariyê.

Parlamentera Kurd a ji Partiya Sosyal Demokrat Yildiz Akdogan jî li konferansê axivî û bal kişand ser zexta rejîma Erdogan li jinan, Kurdan û hemû mûxalefetê. Akdogan ji ciwanên li Ewropayê dijîn û ji mafên demokratîk ên li vir sûdê werdigirin xwest, bi gotinên faşîst ên Erdogan nexapin.

Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst û Wezîrê Karên Derve yê berê Holger K. Nîelsen işaret bi rewşa li Tirkiyeyê kir û anî ziman, pêwendiya bûyerên diqewimin bi Sûriyeyê re heye. Nîelsen diyar kir weke partî ew piştgiriyê didin endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, lê belê, dewamkirina hevdîtinên endametiyê bi gavên ji aliyê Tirkiyeyê ve bên avêtin girêdayî ye.