Xebatên ji bo dengê 'NA' yên li Wûppertalê dewam dikin
Li Ewropayê, roja dengdana ji bo referandûma serokatiyê nêzîk dibe. Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, Platforma NA xebatên xwe yên ji bo dengê 'NA' bi çalakiyên cihêreng didomîne.
Li Ewropayê, roja dengdana ji bo referandûma serokatiyê nêzîk dibe. Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, Platforma NA xebatên xwe yên ji bo dengê 'NA' bi çalakiyên cihêreng didomîne.
Platforma NA ya Wûppertalê, ku xebatên xwe bi berfirehkirina rêxistinbûna herêmî didomîne, di çarçoveya plansaziya heftane de civînên gel lidar dixe, standan vedike û li nava kolanan gel agahdar dike.
Endamên platformê li nava kolanan belavokan belav dikin û li ser sedemên dayîna dengê 'NA' sohbetê bi welatiyan re dikin.
Ev xebat bi piştgiriya MLPD'ê tê meşandin. Platform ji bo xwegihandina hilbijêrên bêbiryar, vî karî weke rêyeke girîng a xebatê dibîne. Wê xebatên xwe yên li kolanan di rojên pêş de jî bidomîne.