NÛ BÛ

Ji SPD’ê ji bo gelê Kurd peyama Newrozê

Di peyama bi dîmen a ji aliyê SPD’ê ve ku hevkarê desthiltdariya Elmanyayê ve hate weşandin, di serî de Newroz gelê Kurd û hemû gelan pîroz kir, destnîşan kir ku Newroz roja daxwazkirina azadî û aştiyê ye.

 

 

Di peyama ku ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat ya Sosyal(SPD) û endamê Parlementoya Eyaleta Hessenê Thorsten Schafer-Gumbel hate dayin de, Newroza hemû gelan hate pîrozkirin.

Di peyama Alîkarê Serokê SPD’ê de hat gotin ku Newroz ji bo hemû pêkhateya bibe wesîleya tenduristiyê, kêfê, lê beriya her tiştî bi hêviya “Aştiyê” bîne,binî xet kir ku bi taybet ev daxwaz “Ji bo Kurdan” ne.

Thorsten Schafer-Gumbel di axaftina xwe de bibîr xist ku Newroz ji bo nasnameya Kurdan gelek girîng e û axa Kurda ji aliyê dewletên cuda ve hatiye parvekirin û ev sedan sal e Kurd bindest dijîn.

Alîkarê Serokê SPD, ji ber vê yekê jî Newroz roja hesreta azadî û aşitiyê tîne ziman e û Newroza her kesî pîroz kir.

Schafer-Gumbel, anî ziman ku ji bo xwestek û daxawzê gelê Kurd pêkwere ew ê di nav hewildanan de be.