BI DÎMEN

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê

Bi wesîleya Cejna Newrozê li gelek welatên Ewropayê meşên bi meşaleyan hatin lidarxistin.

Bi wesîleya Cejna Newrozê li gelek welatên Ewropayê meşên bi meşaleyan hatin lidarxistin.

SOLOTHÛRN

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, Newroz li Haltbahnofsrasseyê ji aliyê 100 kesî ve bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin.

Mîtînga piştî meşa bi meşaleyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir û dûre agirê Newrozê hat dadan. Pişte nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Platforma NA ya Solothûrnê û Koma Antîfa ya Swîsreyî axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser dîroka Newrozê û cihê wê yê di nava têkoşînê de. Her wiha işaret bi referandûma 16'ê Nîsanê kirin û ji hilbijêran xwestin, biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê li dora agirê Newrozê qediya.

MONTPELLÎER

Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Parka Peyroû Pîtotê li hev civiyan û bi meşaleyan heta navenda bajêr meşiyan.

Di dema meşê de bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşme hatin qîrîn û dowîzên bi nivîsa 'NA, NON, HAYIR' hatin hildan.

Kurdistanî li dû meşê li Place de la Comedîe li hev civiyan, li vê derê agirê Newrozê dadan û li dora êgir govend gerandin.

PÎROZBAHIYA BI HEYBET A LI BONNÊ

Li paytexta berê ya Elmanyayê Bonnê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

NCDK-Bonn, Meclîsa Jinê ya Sara û PYD-Bonnê ev pîrozbahî organîze kirin û Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û Elman tevlî bûn. Di vê çarçoveyê de girseya gel ewilî ji Frankenbadê dest bi meşê kir.

Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên YPG-YPJ û PAJK'ê hatin hildan.

Piştî ku girse gihîşt Munsterplatzê, di şexsê Mazlûm Dogan de ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û mîtîngê dest pê kir. Li vê derê, li ser wateya Newrozê axaftin hat kirin.

Beşdaran li dora agirê Newrozê, li ber stranên Koma Rojava govend gerandin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, bi hezaran kes bi meşaleyan meşiyan.

Welatiyên Awûstûryayê jî bi baldarî ev meşa Newrozê şopandin. Di meşê de gelek alên ji wêneyên Ocalan hatin hildan.

Piştî meşê agirê Newrozê hat dadan û girseya gel li dora êgir li ber stranan govend gerand.

Di meşê de ji bo şeva Newrozê ya 1'ê Nîsanê li paytext Viyanayê banga tevlîbûnê hat kirin.