Ji Çîn û Kolombiyayê peymana 'Rêyên Hevrişîmê yên Nû'

Çîn û Kolombiyayê 'peymaneke dîrokî' mohr kirin ku vî welatê Emerîka Başûr tevlî projeya binesaziyê ya 'Rêyên Hevrişîmê yên Nû' ya Çînê bike. Ev peyman her wiha zêdebûna bandora Pekînê ya li Latîn Emerîkayê jî nîşan dide.

Peyman di civîneke dîplomatîk a girîng a li paytexta Çîn Pekînê hate îmzekirin ku Serokdewletê Kolombiyayê Gûstavo Petro jî di nav de lîderên gelek welatên Latîn Emerîka û Karabîkê tevlî bûn.

Di destpêka civînê de Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ji bo 'pêşvebirina' welatên Latîn Emerîka û Karabîkê soza krediya ji 66 milyar yûan (8.3 milyar euroyî) da.

Li gorî nûçeya ajansa China Newsê, roja Çarşemê piştî hevdîtina navbera Şî Cînpîng û Gûstavo Petro, "Herdu serokdewletan şahidî ji îmzekirina plana hevkariya navbera herdu hikumetan a ji bo avakirina Rêyên Hevrişîmî yên Nû re kirin."

Şî Cînpîng anî ziman ku herdu welat divê vê' firsendê' ji bo 'hevkariya dualî' bi armanca 'pêşvebirina li asteke hîn bilindtir' bi kar bînin. Wezareta Karên Derve ya Kolombiyayê jî peymana 'dîrokî' silav kir.

"Rêyên Hevrişîmî yên Nû" bingeha stratejiya zêdekirina bandora navneteweyî ya Pekînê ye ku sala 2013'an bi welatên bi pêş dikevin re li ser binesaziya deryayî, bejahî û rêyên hesinî tê meşandin. Ji sê parên welatên Latîn Emerîkayê du parên wan tevlî vê projeyê bûne.

Gûstavo Petro roja Çarşemê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û got, "Dîroka têkiliyên me yên derve diguhere" diyar kir ku ji niha û pê ve Kolombiya wê bi tevahiya cîhanê re xwedî têkiliyên wekhev û azad be.