BI DÎMEN

Newroza Stenbolê: Dem dema şoreşê ye!

Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bûn. Di pîrozbahiyê de ev mesaj hat dayîn: "Li dijî hemû zextan, bindest, gel, karker û kedkar wê li hev bicivin û bi ser bikevin."

Newroz li qada ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş mîtîng lê pêk anîbû bi coşek mezin tê pîrozkirin. Li vir axaftina Demîrtaş a “Em te nakin Serok" bi gel dan guhdarîkirin. Girse li qadê bê navber dirûşmên "Selahattin Demîrtaş rûmeta me ye", "Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye" diqîre. 

Ji qada Newrozê silav ji 13 parlamenterên HDP’ê, Hevserokên DBP, hevşaredar û siyasetmedarên kurd ên girtî re silav hatin şandin. Dîsa ciwanên ku sala par di têkoşîna berxwedana Cizîr, Sûr, Nisêbin, Şirnex û Geverê de jiyana xwe ji dest dan hatin silav kirin. 

Li qadê posterê mezin ê Deniz Gezmiş ê li ser “Dem dema şoreşê ye" hat vekirin. Dîsa pankartên “Newroz piroz be. Red bike bêje Na" hat vekirin. Rêxistinên SGDF, ESP, SODAP, Alinteri, DAD, AKA-DER, DOB, EMEK HDP, HDK, OGK, Kaldiraç, SYKP, Ozgur Lise bi al û rengên xwe daketin qada Newrozê. Gelek akademîsyenên ku hatibûn îxrackirin hatin qada Newrozê û beşdarî pirozbahiyê bûn. 

PEYAMA HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN HDP'Ê HAT XWENDIN

Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Di pêxistina Agirê Newrozê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştre peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag hat xwendin. Zarokê Kobanê Muhammet derket ser dikê û helbest xwend û Îmralî slav kir. Helbesta Muhammed bi siloganên “Bijî Serok Apo” hat bersivandin. Hunermend Ozlem Gerçek stran got. Dîsa hunermerd Agit Işik stran got û coşa gel zêde kir. Dema Dayikên Aştiyê jî derketin ser dikê girsê bê navber siloganên “Şehit namirın” berz kirin. 

Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demir, peyama Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş xwend û silavên wan şand. Di vê navberê de girsê bê navber silogana "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. 

Piştre Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlamenterên HDP'ê bi hevre Agirê Newrozê pêxist. Dema Agirê Newrozê hat pêxistin girsê bi yek dengî silogana “Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan" berz kirin.

‘ÇI JÎ BIKIN TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Mustafa Avci axivî. Avci diyar kir ku Newroz berxwedana mezlûman e û got: ‘’Nahêlin ku ji bilî şer rê ve bin. Her roj şer giran dikin. Ji bo ku temenê xwe dirêj bikin gund, bajaran kavil dikin, milyonan mirov ji şûnwarên wan dikin, vîna gelan tine dihesibînin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dikin. Li ser dijminatiya li Kurdan bazaran dikin. Ji bo ku Kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statû çi ji destê wan tê dikin.’’

Avci got êdî ew şer naxwazin û got, ‘êdî bes e’’ Avci diyar kir ku ew çi jî bikevin wê biserkevin.

'EM Ê JI DEHEQAN RE BIBÊJIN NA'

Endama Desteya Rêveber a HDK’ê Sevtap Akdag got: ‘’Newroz cejna berxwedanê ye ku Kurdan diyarî gelên Rojhilata Navîn kiriye. Em di pêvajoyê de ne ku berxwedan geş dibe û bi vê berxwedanê em ê rêya xwe bidomînin. Bi hezaran ciwanên me dişînin mirnê, bajarên me kavil dikin, bombeyan bi ser me de dibarînin, muxalîfan bêdeng dikin. Nikarin me bipirnisînin. Li dijî van zextan gel, çewisandî, karker, kedkar em ê werin cem hev û bi ser bikevin. Ked, aştî, wekhevî, azadî wê bi ser bikeve. Giyanê berxwedêr ê Kawayê Hesinkar wê bi ser bikeve. Em ê li dijî Deheqan ku mêjiyê zarokên me dixwin, em ê bibêjin, Na.

Bernama bi axaftinan berdewam dike.