Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakur: Newroz pîroz be!
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdî yên Bakurê Kurdistanê Newroz pîroz kir. Meclîsê di daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’Têkoşîna ku gelê Kurd ji bo xwesêri,demokrasî, azadî, biratî û aşitiya birûmet a gelên welatê me da û dide îro di rojeke dîrokî de ye.Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtiye vala neçû, hatiye merhaleyeke wiha ku gelê Kurd êdî wê hovitiyê DAIŞ/AKP/PDK qabul nekê, gava xwe bi paş ve neavêje. Îro ji aliyê hemû rêxistinên me ve bi awaye fermî hatiyê îlankirin; ku em wêkî gelê Kurd bi destpêkirina pêvajoya tunêkirin û qirkirinê rû bi rû ne’’
Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin: ‘’ Êm wekî Koordinasyona Meclisên Êzîdî yê Bakurê Kurdistanê Newroza Rojhilate navîn û bi taybet ya Gelê Kurd ji dil û can pîroz dikin û di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema qenciya mezin, Bijî Newroz, Newroz pîroz be!’