MBÛ: Em Newroz gelê Kurd pîroz dikin

MBÛ ya ku têkildarî Newrozê daxuyaniyek da, wiha got: “Ruhê azadiyê yê li Rojhilata Navîn zindî bûyî, ji Geliyê Nînovayê heta Şengal, ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê het Tirkiyeyê, li Kurdistanê jîn daye.”

Konseya Serokatiyê ya Konseya Netewî ya Bethnahrîn (BMÛ) a daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku cejna hatina Biharê di tevahiya dîrokê de ji bo gelên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn bûye hêviyek ku qet bi dawî nebe û hestê azadiyê.

MÛB’ê destnîşan kir ku Newroz bûye yek ji sembola ji tarîtiyê berû ronahiyê û rêya ji koletiyê ber bi azadbûnê ve ye. MÛB’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Cejna Newrozê yê nirxê hevpar ê civaka Mezopotamyayê û nirxên xwezayê digire nava xwe, bi xwezaya xwe 1’ê Nîsanê Akîtû cejna sala nû, bihar bereketê ye, li aliyê din destana berxwedana hemdem a Mezlûm Doganane. Ji ber bi hatina PKK’ê re Rojhilata Navîn û Mezopotamya weke xwezayê xwe nû bike gelên hejar jî ji nû ve ketin lêgerîna azadiyê û di dîrokê de bûn xwedî hêz û vîn qezenç kirin.

Ruhê azadiyê yê li Rojhilata Navîn zindî bûyî, ji Geliyê Nînovayê heta Şengal, ji Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê het Tirkiyeyê, li Kurdistanê jîn daye. Her ku li dijî zilimê serhildan û berxwedan mezin bibie, îxanet, teslîmyet, îmha, înkar û siyaseta înkarê tehşîr dibe. Hêzên serwer ên li herêma me çawa wekû berê di roja me de jî nîjatperestiyê, olperestî û yek şêweyiyê li ser gel dide ferzkirin. Lê bi rengê biharê re û nasnameya gelan re erdnîgariya me hatiye xemilandin. Çawa di demboriyê de, di roja me ya îro de jî desthilatdarên heyî li ser herkesê teslîmyet û îxanetê disepîne.

Her kes, sazî û gelên li gel jiyana azad, divê li stûyê xwe li hember sîstema diktatoriya xwedî hişmendiya qirker netewîne. Gelên Rojhilata Navîn ji bo pêşeroja xwe divê destê xwe bidin hev, divê ji derveyî gihiştina serkeftin û serfiraziyê ti şêweyê jiyanê ji xwe re qebûl neke.

Li ser vî bingehî Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku pêşengtiyê ji felsefeya azad a jiyanê re dike û gelên Rojhilata Navîn ku bi perspektîvên wî ronî dibin û Newroz gelê Kurd ên ku li her derê ji bo azadiyê li ber xwe didin pîroz dikin.