Enternasyonalîstên Şengalê: Em bi vîna xwe li vir in
Şervanên Enternasyonalîstên Swêdê, têkildarî îdîayên Rojnameya Aftonbladent a Swêdî, Rûdaw û K24’ê parvekirin ku ji aliyê YBŞ’ê ve hatine girtin ji ANF’ê re axivîn.
Şervanên Enternasyonalîstên Swêdê, têkildarî îdîayên Rojnameya Aftonbladent a Swêdî, Rûdaw û K24’ê parvekirin ku ji aliyê YBŞ’ê ve hatine girtin ji ANF’ê re axivîn.
Fermandarê enternasyonalîstên li Şengalê Bahoz Şengalî diyar kir ku PDK’ ji bo enternasyonalîstên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin hatine herêmê û dixwazin ji herêmê veqetin astengiyan derdixe.
Şervanê Swêdî Tony Berxwedan ê ku niha li Şengalê, nûçeyên çapemeniya PDK’ê ya ku îdîa dikirin ku gitine derewand. Tony Berxwedan anî ziman ku bi vîna xwe hatiye vir. Tony, destnîşan kir ku ji ber aloziyên herêmê terka vê derê nake û di vî alî de diyar kir ku wê alîkariyê wî bikin.
Tony diyar kir ku naxwaze li gel komên Kurd şer bike û ji bo wê li malekî li hatiye ragirtin û li vir ji ber pirsgirêka ziman bi kesên li malê re gotûbêj hatiye kirin, lê piştre ev mijar hate fêmkirin û diyar kir ku wê ji bo wî tercûmanek peyda bikin.
Tony, destnîşan kir ku ev rewş ji rojnamevanekî hevalê xwe yê Swîsreyî re parvekiriye û diyar kiriye ku bûyer ji ber nefêmkirinekê pêk hatiye. Herî dawî dîsa Tony diyar kir ku bi vîna xwe li vir e û di demê pêş de jî wê bi vîna xwe ji herêmê veqete.
PDK JI BO ME PIRSGIRÊKAN DERDIXE
Fermandarê enternasyonalîstên li Şengalê Bahoz Şengalî diyar kir ku PDK’ ji bo enternasyonalîstên ku ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bikin hatine herêmê û dixwazin ji herêmê veqetin astengiyan derdixe. Şengalî bibîr xist ku bi vîna xwe li vir şer dikin.