Li Girtîgeha Boluyê 10 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin

10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku bê dem û dorveger hatine destpêkirin, bûn.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê yên ku çalakiya greva birçîbûnê bi daxwaza tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina şert û mercên azad ji bo vegera li mûzakereyan, pêkanînên mafê mirovanê nê li girtîgehan tên kirin bidawîbûn û ambargoya di dema operasyonan de li ser gundan bê rakirin dabûn destpêkirin dewam dike.

Gireva birçîbûnê ya bi dem û dorveger ku ji 15’ê Adarê destpê kir û wê heta 15’ê Nîsanê bidome li tevahî girtîgehan dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ya li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatî destpêkirin di roja 32’an de ye, greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger ku li Wanê hate destpêkirin di roja 18’an de û greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku li Girtîgeha Şakranê hatî destpêkirin di roja 41’an de ye.