KCDK-E: Çûna ser sindoqê têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye

KCDK-E: Pêvajoya referandûmê di heman demê de pêvajoya pêngavê ye. Têkoşîna herî aktîv a li dijî faşîzmê, dîktatoriya yek kesî, a li dijî hegemonyaya AKP-MHP’ê ye çûna ser sindoqê û zêdekirina dengên NA ye.

KCDK-E: Pêvajoya referandûmê di heman demê de pêvajoya pêngavê ye. Têkoşîna herî aktîv a li dijî faşîzmê, dîktatoriya yek kesî, a li dijî hegemonyaya AKP-MHP’ê çûna ser sindoqê û zêdekirina dengên NA ye. Ev êdî teqez bûye, zelal bûye û weke taktîkeke têkoşînê li pêş me ye.

KCDK-E daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir têkoşîna dijî dîktatoriya Erdogan, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, têkoşîna dijî polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê peywira sereke ya wan gelan e ku li Enedolî û Mezopotamyayê dijîn.

KCDK-E diyar kir dîktatoriya Erdogan-Bahçelî û faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li dijî beşekî civakê, çîn û komekê lê ji bo ku li ser tevahiya gelan qirkirinê bikin çi ji destê wan dike hewl didin ku wê pêk bînin her tiştî dikin û wiha domand: ‘’Biryara referandûmê jî biryara wê ye ku dixwazin hinceta hiqûqî û yasayî ya pêkanîna vê hedefê pêk bînin. Di xebata referandûmê de ku ne tenê şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîran lê dixwazin hemû bawerî û nasnameyan ji holê rakin, gotina NA mewziyeke herî sereke a têkoşînê ye.

Di qonaxa berdest de têkoşîna dijî dîktatoriya Erdogan hem deynê namûs û welêt û hem jî şertekî bivênevê ya jiyaneke rast û mirovbûnê ye. Têşeyê taktîkî û rojane yê li dijî dîktatoriya Erdogan di pêvajoya referandûmê de ku wî daye destpêkirin bikaranîna dengê NA’yê, pirkirina van dengan û bi nayê tijekirina sindoqan e. Çaw ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de kîmyaya Erdogan ê faşîst-dîktator-înkarker û qirker xira bûbe, di pêvajaya referandûmê de jî xirakirina kîmyaya wî û nîşandana vîna gelan di nav peywirên me yên sereke de cih digire.

Pêvajoya referandûmê di heman demê de pêvajoya pêngavê ye. Li dijî faşîzmê, dîktatoriya yek kesî, li dijî hegemonyaya AKP-MHP’ê têkoşîna herî aktîf çûna ser sindoqê û pirkirina dengê NA’yê ye. Ev êdî teqez bûye û zelal bûye, weke taktîka têkoşînê li pêş me ye. Di vê mijarê de, ango di qada têkoşîna taktîk û rojane de li paş man, sistbûn, reşbînî, ji bo vê sedemê jî nebirina gel a li ser sindoqan wê were wateya xizmeta ji faşîzma AKP-MHP-Erdogan-Bahçelî  û ji bo vê jî divê bi hemû hêza xwe em bixebitin.

Peywir ew e ku em derî bi derî bigerin, berdêla wê çi dibe jî em gel bibin ser sindoqan, qanihkirina kesên ku qanih nebûne, jin û ciwanan bi teqezî em bibin cihê ku deng lê têne bikaranîn. Peywira taktîk û rojane ev e. Divê baş were zanîn ku gel tenê bi qanih û şêwaza xebatê diçe ser sindoqê. Ti kesek ji ber xwe ve naçe ser sindoqê. Tenê bi şêwazeke rast, kolektîf mirov dikare her kesî bibe ser sindoqê. Ji bilî vê helwesta bi rengekî dî tê maneya xizmeta objektîf a ji bo faşîzma AKP-MHP-Erdoga-Bahçelî.

Di pêvajoya dengdanê de hincet nîşandan kar, dibistan, qadên din ên xebatê û nexebitîne ji bo hilbijartinê, li gorî vê çênekirina plan û programan jî xizmeta ji bo AKP-MHP’ê ye. Ji bo vê jî  bi xebateke domdar û bêsînor her kes, her welatparêz, her endamê meclîsê, her xebatkarê çadê, her şoreşger, ronakbîr, akademîsyen, nûçegihan bi hemû derfetên xwe dive xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Ji ber ku Erdogan li dijî her kesî ye, her kes ji kar û barê wan, ji dibistan û xizmeta zanistê kiriye. Erdogan dixwaze ku her kesî bifetisîn, her kesî radest bigire, vîna her kesî bişkîne, têkilî jiyana her kesî bibe, dest li beden û rihê her jinî bide, dest li raman her kesî bide û her ciwanî ji dinyaya wan dûr bixe. Ji bo vê jî divê her kes li dijî faşîzma Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê dengê xwe bide û biçe ser sindoqê. Tenê çûna ser sindoqê têrê nake di heman demê de her kesê ku dengê wan heye, mirov wan divê bibe ser sindoqê jî. Yek ji amûra herî girîng a têkbîrna dîktatoriya Erdogan, faşîzma AKP-MHP’ê ev e.

Divê mirov qet bi zemên nelîze, divê helwesta ‘’hê pir wext heye, ne hewceye em bilezînin’’ neyê nîşandan. Ji ber dema têkşîna dijî faşîzmê nîn e. Mirov çi qasî zû bikaribe têkoşînê dijî faşîzmê bide, çi qasî zû mirov derbê lê bixe faşîzm ew çend nû radest dibe, ew çend zû têkçûnê qebûl dike û vîna wê dikare bişkîne. Ji bo vê jî kêlî beriya kêliyekê divê mirov biçe ser sindoqê, divê mirov zû gel bibe ser sindoqê. Ên ku karê wan heye divê karê xwe, ên dibistanê divê dibistana xwe bihêlin û biçin dengê xwe bidin.

Divê were zanîn ku ev jî welatparêzî û mirovperweriyeke girîng e. Bi vê hişmendiyê divê em biçin ser sindoqê. Divê were zanîn ku her deng li dijî Erdogan û dîktatoriya wî kozek e. Divê neyê jibîrkirin ku di referandûmê de bikaranîna dengê na, rêyek ji wan rêyên hesabpirsînê ya ji komkujiyên Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê ye û divê mirov biçe ser sindoqê.

Careke dî banga me li hemû gelên Mezopotamya û Enedoluyê, li gel hemû bawerî, Kurd, Laz, Çerkez, Ermen, Tirk, Asûrî, Sûryan, Keldanî, li hemû demokrat, rewşenbîr, akademîsyen, nûçegihan, jin, ciwan ango çi kesê ku dibêje ez mirov im li dijî faşîzmê em bibin yek, hev bigirin û vîna têkoşîna hevpar nîşan bidin, biçin ser sindoqê û dengê NA bi kar bînin.

Ji ber ku NA nîşandana vîna gelan e.

NA yekîtiya di navbera baweriyan de ye.

NA gotina Raweste ya li dijî qirkirin û komkujiyan e.

Gotina NA rawesta li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî ye.

NA zêdekirina îmkanên demokrasî û azadiyê ye.

Na têkoşîna aktîf a li dijî kuştina jinan, têkoşîna li dijî polîtîkayê tundiyê yên zayendîparêz û li dijî xeta çewisandin, bêkeskirina vîna jinê û kuştina vîna wê ye.’’