Ji Nûrhayat Altûn ji bo Kongreya Rêveberiya Xwecihî re name

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Kocelî yê, ji bo KRHXE’yê re name şand, li ser navê hemû girtî, akademîsyen û rojnamevanên ku zext lê tên kirin banga piştgiriyê kir.

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Kocelî ya ji bo Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecihî yên Ewropayê name şand, li ser navê hemû girtî, akademîsyen û rojnamevanên ku zext lê tên kirin banga piştgiriyê kir.

Endama Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecihî yên Ewropayê Nûrhayat Altûn a ku di rûniştina 23’emîn ya li bajrê Strasboûrg ê Fransayê de kom bûn, li ser navê Partiya Hêrêmên Demokratîk (HDP) di delegasyona Tirkiyeyê ya kongreyê de cih digirt. Lê Altûn, ji ber ku ev 5 meh in di girtîgehê de ye, berşdarî rûniştina kongreyê ya ku her 6 mehan kom dibin nebû, bi nameyekê peyama xwe şand.

Altûn di nameya xwe de diyar kiribû ku di rûniştina herî dawî ya Cotmeha 2016’an bûyî behsa binçavkirin û girtina şaredarî û hilbijêran her wiha wezîfedarkirina qeyûman a li ser şaredariyan xistibû rojevê. Altûn bal kilşandibû ser gefên li ser hilbijêrên Kurd.

BANGA PIŞTGIRÎ Û LÊKOLÎNKIRINA BÊ ALÎ KIR

Altûn diyar kir ku tenê karê zimeta şaredariyê kirine jî bi terorîzmê hatine sûcdarkirin û tên kirîmînalîzekirin. Altûn daxwaz kir ku ji bo lêkolînkirina zextên li ser hilbijêran, girtiyan û qeyûmên ji bo şaredariyan hatine wezîfedarkirin ji aliyê heyetekî bê alî ve bê lêkolînkirin û rastiyan derxîne holê, banga piştgiriyê li hilbijêrên girtî, rojnamevan û akademîsyenan hate kirin.

Metna nameya Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn bi vî awayî ye:

Silav ji bo we Birêz Endamên Kongre yê;

Ez li Girtîgeha Kocelî a Îzmîtê birêz û hevaltiyê we silav dikim. Weke hûn dizanin di rûniştina kongrê ya meha Cotmehê de weke endamekî Delegasyona Tirkiyeyê beşdarî kiribû û di heman demê de weke hevşaredara Dersimê jî beşdar bibûm. Di wê rûniştinê de li Tiriyeyê bi taybet li bajarê Kurdan min qala zext û êrîşên li ser şaredarî û hevşaredarna kiribû û bal kişandibû ser wezîfedarkirian qeyûman. Min dabû diyar kirin ku ev pêkanînekî antî-demokratîk e, weke îfadeya terorîzmê ya herî berfireh nirxandibû û bal kişandibû ser gefên li ser hevşaredarên Kurdan.

Piştî derbasbûna nêzî 2 mehan û şûnde, bi zorê dest danîn ser şaredariyên me û dîsa ji bo vê di hiqûqê de mimkun bikin, hevşaredarên me ji derveyî kar bihêlin, dest bi girtinan kirin. Li Gitîgeha Kocelî ya ku ev nêzî 5 meh in lê dimînim, 3 mehan di hûncreya yek kesî de hatim tecrîdkirin. Niha bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişank û li qawîşa 2 kesî de dimînin.

Ev 5 meh in ku ez girtî me û derneketime pêşberî dadgehê û roja dadgehê ji hê diyar nebûye. Ji ber xebatên me yên tenê zimetkirina şaredariyê di bin navê terorê de tên sûcdarkirin. Lêgerîna me ya edaletê a bi gel û partiya me re û daxuyaniyên me yên ku zextan şermezar dikin weke sûcê terorê di îdanameyê de cih digre.

Biryara min a takekesî weke ku delîleki ku bi dest bê girtin nîne, teftîşên ku mûfetîşên dewletê ku bi mehan kirine sûcek ber biçav û îxmalek jî nehatiye dîtin. Hevşaredarên Kurd tên girtin û li cihê wan qeyûm tê wezîfedarkirin, ev tê wê wateyê ku dewlet di çareseriya pirsgirêka Kurd de dev ji aşitiyê berdaye. Em ên ku ji aliyê gelê herêmê ve hatîn hilbijartin rehîn tên girtin û dixwazin me ji tekoşîna azadî û demokrasiyê dûr bihêlin. Şert û mercên ku em têde tên girtin, şêweyê herî diyar ê rehîn girtinê ye.

Mixabin şansê min yê xwendina rapora Monitoring a Tirkiye ya Kongreyê çênebû. Ez bi hêvî me ku hûn gihiştibin rastiyan û encamên giring û hemû kesên ku keda wan derbas bûyî silav dikim. Lê belê bi rapora xweser û heyeta ku ji derve çavdêr dikir re ez hêvî dikim ku wê heqîqet derkeve holê. Mixabin sistema ku heyî ya Tirkiyeyê ku fikarên min hene ku Tirkiyeyê ber bi kaos û pêvajoyekî şer ve bibe heye.

Di derbarê Hevşaredarên Kurd yên girtî de ku di cih de bi şopînin gelek hempîşeyên me yên Ewropî û dostên me serlêdanan ji bo hatina vir bi rêya parêzeran re ez fêrdibim, lê belê bersivdayina van a nerêni bi xemginî ez pêşwazî dikim. Qenalên diyalog û demokrasiyê ku vekirî bê kirin û bihezaran girtiyên siyasî û yên hatîn hilbijartin, li Tirkiyeyê dibin zextan de li ser navê hemû girtî, akademîsyen û rojnamevanên ku zext lê tên kirin, vê banga ku ji bo dostên me giring dibînin, divê piştgirî bê dayîn.

Rêz û Silav

Nûrhayat Altûn”