Di meha 63'an a qetlîama Roboskî de edalet hat xwestin
Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, di meha 63'an a qetlîama Roboskî de li pêşiya Qada Galatasarayê daxwaza edaletê kirin.
Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, di meha 63'an a qetlîama Roboskî de li pêşiya Qada Galatasarayê daxwaza edaletê kirin.
Parazvanên mafê mirovan hemû qetlîamên di meha Adarê de bibîr xistin û diyar kirin ku heta faîlên qetlîama Robaskî û hemû qetlîaman neyên darîzandin wê tekoşîna xwe bidomînin.
TEVÎ 63 MEHAN TI GAV NE HATIN AVÊTIN
Wek her roja 28'ê mehê, Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê li Qada Galatasarayê hatin gel hev û daxwaza faîlên diyar yên qetlîama Roboskî û hemû qetlîamnên din werin darizandin kirin.
Di qetlîama Roboskiyê de ku gelek jê zarok bûn 34 ciwanên Kurd, wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li Amedê hatibû înfazkirin û bi pankartên ku 'Êdî Bese!, Qetlîama Roboskî 5 sal. Enqere, Pirsûs, Reyhanli, Amed, Cizîr, Sûr, Nisêbin dora kê ye' hatin rakirin û daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyonê Hatîce Onaran ve hate xwendin. Onaran wiha got: "Li ser qetlîma Roboskî a di 28'ê Kanûna 2011'an deku gelek ji wan zarok 24 ciwanên Kurd hatin qetilkirin re 63 meh derbas bûn. Ji wê rojê heta niha di derbarê darizandina faîl û berpirsan de gavek diyar ne hatiye avêtin."
HETA KU EDALET PÊK NEYÊ, WÊ TEKOŞÎN BIDOME
Onaran diyar kir ku meha Adarê di heman demê de mehekî ku gelek qetlîam, kuştin û rondikên çavan hatiye barandine. Onaran, hilweşîna madenê ya 3'ê Adara 1992'an de li bajarokê Kozluk ê Zonguldakê,Qetlîam Gaziyê ya 12'ê Adara 1995'an, Qetlîama Beyzît û Helebce ya 16 Adar û êrîşa bi bombe ya DAIŞ'ê ya 19'ê Adarê bibîr xist. Onaran diyar kir ku qetlîamên beriya Roboskî û piştî Roboskî em jibir nakin û nadîn jibîr kirin. Ji bo ku edalet pêk were wê tekoşîna xwe her demê bidomînin.