Li Munchenê hilbijêr ji bo dayina dengê 'NA' diçin ser sindoqan

Kurd û demokratên li Munchenê dijîn, ji bo dayina dengê 'NA' diçin ser sindoqan.

Kurd û demokratên li bajarê Munchen ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dijîn, dest bi dayina dengê 'NA' kirin.

Hilbijêrên li Serkonsolosxaneya Munchenê qeydkirî ne, li navnîşana Arnulfstr. 62 dengê xwe didin. Dengdan wê heta 9'ê nîsanê dewam bike.

Platfroma NA ya Munchenê, NAV-DEM, FÎDEF, SYKP, EOC ku ev demeke dirêj e ji bo referandûmê kar dikin, konê agahdarkirinê vekirin. Konê li navnîşana Arnulfstr. 29 hatiye vedan, wê heta 9'ê Nîsanê heta danê êvarê vekirî be.

Çapemeniya Elman jî konê 'NA' bi baldarî dişopîne. Saziyên çapemeniyê bi hilbijêran re hevpeyvînan dike.