Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayêbi şandeya DBP’ê re rûnişt
Serokê Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayê Tornstrom bi şandeya DBP’ê re rûnişt. Tornstrom diyar kir, ku ew ê têkildarî kirinên hikûmeta Tirk biryaran bistînin.
Serokê Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayê Tornstrom bi şandeya DBP’ê re rûnişt. Tornstrom diyar kir, ku ew ê têkildarî kirinên hikûmeta Tirk biryaran bistînin.
Serokê Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayê (KRHXE) Gudgurn Mosler Tornstrom bi şandeya DBP’ê re rûnişt. Şande bi seroktiya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek pêk hat. Şandeyê piştî ku bi giştî rewşa Tirkiyê û Kurdistanê vegotin, hêviyên xwe yên ji KRHXE’yê diyar kirin.
HELWESTA DIJÎ GIRTINAN
Endamê Koma Sosyalîst a Awûstûrya, Serokê Kongreyê Mosler Tornstrom diyar kir ku ew ji ber girtina hevşaredaran pir bi fikar in û dişopînin. Tormstrom ji ber girtina Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û astengkirina hatina Nûnera Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak a ji hêla Walitiya Amedê ve ku endamê Kongreyê ye helwest nîşan da.
Serokê Kongreyê da xuyakirin, ku di serî de Komîsyona Venêranê Monîtorîng komîsyonên têkildar bi berfirehî dixebitin û desteya giştî ya Kongreyê jî roja Çarşemê wê nîqaşeke bi navê "rapora têkildarî hilbijartiyên Tirkiyê yên hatin girtine" bikin. Serok diyar kir ku Kongre wê têkildarî Enqereyê û Konseya Ewropa biryaran bistîne.
'LI DIJÎ ENQERÊ DIVÊ BERPIRSYARÎ DIVÊ WERE BICIHANÎN'
Endamê Koma Sosyalîst a Partiya Karker a Hollanda û Serokê Delegasyona Hollanda Leendert Verbbek û Endamê Koma Demokrat a Muhafezekar û Serokê Herêman a KRHXE’yê Anders Knape raporek amade kirin û di raporê de li ser girtinên DBP’yiyan û qeyûman tespît hatine kirin. Rapor di serî de ji bo Komîteya Wezîran ku saziya îcrayê ya Konseya Ewropayê ye, ji bo Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropa, CPT, KRHXE’yê xwedî wî wesfiyê ku bibêje li dijî Enqerê berpirsyariyên xwe bi cih bînin’’
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên kongreyê hatine bidestxistin, ji ber sedema ku endamê Kongreyê ne, rewşa Nûrhayat Altûn wê ji nêz ve were şopandin.
HEVDÎTIN WÊ BIDOMIN
Şandeya DBP’ê li Fransa, Elmanya, Hollanda, Malta rûniştinê xwe bidomîne. Tê payin ku heta roja Pêncşemê şande gelek hevdîtinan bike.