Partiya Çep a Elman ji Erdogan re got: Terorîst vê gotinê dibêje
Ji Partiya Çep a Elman Sahra Wagenknecht nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî welatên Ewropayê da û ji Erdogan re got, "Yê ku vê dibêje terorîst e."
Ji Partiya Çep a Elman Sahra Wagenknecht nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî welatên Ewropayê da û ji Erdogan re got, "Yê ku vê dibêje terorîst e."
Seroka Koma Meclîsê ya Partiya Çep (Dîe Lînke) Sahra Wagenknecht di çalakiyek Meclîsa Federal a Elman de axivî û nerazîbûneke tund nîşanî vê gotina Erdogan da: "Eger bi vî rengî dewam bike, wê ti Ewropayî nikaribe bi dilrehetî derkeve kolanan."
Wagenknecht diyar kir, ev gotinên Erdogan bi rengekî vekirî banga ji bo terorîzmê ye û got, "Yê ku vê dibêje terorîst e. Ne tiştekî din e." Wagenknecht di axaftina xwe de ji bo Erdogan got, "serkêşê terorîstan."
POLÎTÎKA DERVE YA ERDOGAN DIŞIBE ELMANYA NAZÎ
Sahra Wagenknecht her wiha nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Tayyîp Erdogan da ku Elmanyayê û welatên din ên Ewropayê bi Nazîzm û terorîzmê sûcdar dike û destnîşan kir, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dişibe polîtîkayên Elmanya Nazî.
Wagenknecht diyar kir, Erdogan hewl dide li derveyî welat 'hindikahiyan' ava bike û piştre bi rêya van hindikahiyan polîtîkaya xwe ya şîdet, jeopolîtîk û şantajê bimeşîne.
REXNEYA 'MERKEL ŞIRÎKATIYÊ JI VÎ SÛCÎ RE DIKE'
Sahra Wagenknecht Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi tundî rexne kir û anî ziman, tevî van polîtîkayên zext û komkujiyan jî hê destekê dide Erdogan. Wagenknecht bibîr xist ku Merkel herî dawî di meha Sibatê de çû Tirkiyeyê. Sahra Wagenknecht got, "Eger hûn vê bikin, hingî hûn dibin şirîkê vî sûcî."