Li Marsîlya û Mannheîmê kongre

Meclîsa Jinan a Mîrkanê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê kongreya xwe ya 3., Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî kongreya xwe ya 4. li dar xist.

Meclîsa Jinan a Mîrkanê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê kongreya xwe ya 3., Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî kongreya xwe ya 4. li dar xist. 

Wekîla Hevserokatiyê ya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî li kongreyê bû û rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser "Xwebûn"ê hate nîşan dan. Piştre jî rapora çalakiyên salekê hate xwendin û xebat hatin nirxandin.

Di nîqaşan de hat diyar kirin ku, têkoşîna jinan têkoşîneke gerdûnî ye û pêkutiya li ser jinê gelekî bi sîstematîk e.

Hat destnîşankirin ku, şerên rû dane û polîtîkayên li ser jinê berhema vê feraseta pêkutiya civakî ne û riya herî bi bandor a li hemberî van tiştan jî têkoşîna rêxistînbûyî ye û li qadên ku jinan li derve dihêle bi şîara ku “divê jineke bêrêxistinbûyî tune be”, divê jin  beşdarî têkoşînê bibin.

Li gorî van nîqaşan Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê biryar stend ku xebatên xwe yên dahatûyê wekî komîsyonên rêxistin, çand-perwerdehî, têkiliyên bi derve re, dayîkên aştiyê, civakî, atolye-ekonomî bi pêş ve bibe.

Arzû Kara, Jale Yûrtsever û Guneş Polat wekî berdevk hatin hilbijartin.

Kongre bi sloganên wekî “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 4. lidar xist.

Kongre bi boneya Hefteya Lehengiyê di şexsê Egîd, Mazlûm, Ronahî û Bêrîvanê de diyarî hemû şehîdên meha Adarê hate kirin. Di nîqaşên kongreyê de peyamên ‘NA’yê derketin pêş.

AGIF, ATIF, ADHK, HDK Mannheîm û DIE LINKE peyamên xwe pêşkêş kirin û SYKP, nûnerên Partiya Şoreşger jî beşdarî kongreyê bûn. Nûnerên CÎK, FEDA, Êzidî Amedspor, Ronahî-Bêrîvan KM û PYD’ê jî wekî delege beşdar bûn.

Di kongreyê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, Newroz û Hefteya Qehremaniyê sînevîzyon hate nîşan dan.

Gulê Kisacik û Cano Yildiz ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

Piştî kongreyê Ozan Ozden konser da.