BI DÎMEN

Li Osloyê meşa ‘NA’, ‘HAYIR’,’NEI’ û ‘NO’

Li paytexta Norwec Osloyê, Platfroma Na, meş û mîtînga bi dirûşma “Ji dîtatoriya yek kesî, faşîzim û serokatiyê re NA” lidar xist.

 

 

Meşa bi beşdarbûna Kurdistanî, Tirk û Norweciyan li ber derê stasyona navendî ya Oslo kombûn û ji rêya herî qerebalix a bajêr, Karl Yohan, heta ber pêşiya avahiya meclîsê meşiyan.

Di meşê de pankartên “Na-Hayir-No-Nei” ji dîktatoriyê re” hatin rakirim û her wiha dirûşmên “Faşîst Erdogan û” Na ji bo dîktatoriyê re” hatin qêrîn.

Li ber avahiya Meclîsê mîtîngek hate lidarxistin. Li ser nave Platforma NA a Norwec, Nacî Akkok û endamê partiya Cep (Venstre) axaftin kir û bi Tûrkî û Norvecî bal kişande ser girîngiya Na di vê referandumê da.

Li ser navê saziya Eniya Jinan (Kvinnefronten) jî axafatiken hat kirin û zilma li ser jinan û sîstema yek kesî şermezar kir. 

Piştre endama partiya Sor (RODT), Seher Aydar, ku di heman demê de namzata ji bo hilbijartinên Meclisê, di meha Îlonê de ye, bi Norwecî axaftinek kir û bal kişande ser beşdarbûna vê hilbijartinê û girîngiya Na yê.

Ji partiya SV, Sosiyalîstên Cep Gulay Kutal jî bi Tirkî û Norwecî axaftinek li ser giringiya demokrasiyê û rewşa Tirkiye ya ber bi xirab çûnê ve diyar kir.

Çapemeniya Norweçê jî eleqeyek mezin nîşanbî meşa NA kirin.