Ceza li ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ hat birîn
Lîstikvan Julîde Kûral û sînemager Îlham Bakir bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ a Rojnameya Ozgur Gundemê bûne, salek û 3 meh ceza li wan hate birrîn.
Lîstikvan Julîde Kûral û sînemager Îlham Bakir bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ a Rojnameya Ozgur Gundemê bûne, salek û 3 meh ceza li wan hate birrîn.
Danişîna doza Lîstikvan Julîde Kûral û sînemager Îlham Bakir ên ku ji bo piştgiriyê beşdarî kampanyaya ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn, hate lidarxistin. Julîde Kûral beşdarî rûniştina li 22. Dadgeha Sûcên Giran a Stenbolê bû, Îlham Bakir jî beşdar nebû.
Bi angaşta ku Kûral û Bakir “Propagandaya rêxistinê kirine” û “Weşanên rêxistinê çap kirine û weşandine”, ceza ji wan re hat xwestin.
‘DI ÇARESERKIRINA KÊŞEYA KURDAN DE MIN AŞTÎ XWEST’
Julîde Kûral di parastina xwe de got: “Di jiyana xwe de ez her tim di nava têkoşîna mafên mirovan de me. Min her tim aştî parast. Di çareserkirina kêşeya Kurdan de jî min her tim aştî xwest. Di çapemeniyeke azad de kêşeya Kurdan bi kitekit dikare were ravekirin. Ji ber vê jî azadiya fikrê girîngiya xwe heye û ji ber vî tiştî ez azadiya çapemeniyê diparêzim. Ez hevgirtin û piştgiriyê jî wekî berpirsyariyekê dibînim. Piştgiriyeke sembolîk bû. Ez hê jî li pişt gotinên xwe me. Dixwazim Tirkiye bibe welatekî demokratîk.”
Dadgehê ji ber weşandina weşanên rêxistinê 6 hezar lîre cezayê pere û ji ber “Propagandaya rêxistinê kiriye” jî salek û 3 meh cezayê girtîgehê da.
Ji bo Îlham Bakir jî, bi îddîaya ku “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Biryar bi awayekî taloqbûyî hat dayîn.