Newroz li Malmo hat pîrozkirin
Li bajarê Malmo yê Swêdê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li bajarê Malmo yê Swêdê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li ser banga Navenda Çanda Kurd a Demokratîk li Malmo, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim tevlî pîrozbahiyê bû. Muslim rewşa li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji beşdaran re nirxand.
Muslim diyar kir, Newroz rojek têkoşîn û berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew bi ruhê Hawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan her tim li ber zilmê radibin. Muslim got, "Di demeke kurt de em ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û Rojava bikin xwedî statuyeke fermî."
Muslim di dewama axaftina xwe de rewşa li Bakurê Kurdistanê nirxand û işaret bi referandûma meha Nîsanê ya li ser destûra bingehîn a nû kir. Muslim got, Erdogan û dewleta Tirk operasyonên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd didomînin û nûnerên hilbijartî yên gel digirin. Muslim destnîşan kir, gelê Kurd ku di Newrozê de hêz û rêxistinbûna xwe nîşanî dewleta Tirk da, wê di referandûmê de derbeke duyemîn li rejîma Erdogan û Tirk bixe.
Di pîrozbahiyê de Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerandin.
Pîrozbahiya Newrozê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.