Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan di 15'ê Sibatê de hat destpêkirin, di roja 41. de ye.
Li vê girtîgehê, îşkence roj bi roj giran dibe û mafên mirovan tên binpêkirin. Ji girtîgehê agahiyeke têrker nayê girtin. Çend roj berê, gardiyan û jendermeyan avêtin ser qewîşên girtiyan ên li beşa T3 û li girtiyan xistin.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nebaş dibe. Vîtamîna B1 ku ji bo girtiyan gelekî girîng e, rêveberiya girtîgehê nade wan.
'KÊM KIRIN'
Nûsvet Uzrek xaltîka yek ji çalakgeran Zana Yaktin diyar kir, ku Yaktin gelekî kêm kiriye, zeyîf bûye û rewşa wan a tenduristiyê gihîştiye asta krîtîk. Uzrek xwest, piştgirî ji berxwedana li girtîgehan re bê dayîn û got, "Rewşa wan a tenduristiyê nebaş dibe. Şert û mercên girtîgehê hê nehatine sererastkirin. Her tişt hîn bêhtir nebaş dibe. Pêwîste destek were dayîn. Em kengî diçin hevdîtinê, heqaret û sixêf li me tên kirin. Ew der ne girtîgeh e, ew der kampa îşkenceyê ye. Naxwazin kes bê hevdîtinê. Herî dawî me dît ku Zana gelekî kêm kiriye. Rewşa wan êdî ewqasî nebaş dibe, ku vegera jê zehmet e. Ji ber ku beş bi beş e, nikarin agahiyê ji hev bigirin. Lê li beşên din rewş gelekî xerab e."
'DEMA MIN KURÊ XWE DÎT, NEKARÎ BÊM SER HIŞÊ XWE'
Hazal Yaşar dayika çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Yaşar jî anî ziman, ku kurê wê gelekî kêm kiriye û got, "Timî îşkence li wan tê kirin. Demeke dirêj bû ku îşkence li wan dihat kirin. Dema ku em diçûn hevdîtinê, îşkence li me jî dikirin. Ji bo ku em neçin wê derê, çi ji destê wan tê dikin. Dixwazin zarokên me bi tenê bihêlin. Dema ku çûm hevdîtinê, min kurê xwe nekarî nas bikim. Gelekî zeyîf bûbû. Heliya bû. Du hevalên wî alîkarî dan wî û ew anîn kabîna hevdîtinê. Nikarîbû bimeşe. Dema ku min ew dît, nekarîbûm bêm ser hişê xwe. Rewşa wî gelekî nebaş e. Bi biryar in ku li ber xwe bidin. Divê em jî piştgiriyê bidin wan."
'JI BO ÎŞKENCEYÊ HATIYE AVAKIRIN'
Çîçek Aydin diyar kir, dema ew diçe dîtina hevserê xwe, heqaret û kiryarên nebaş li wan tê kirin û got, "Divê êdî der barê vê girtîgehê de tiştek were kirin. Em nikarin vebêjin bê cihekî çawa ye. Yên ku diçin wê derê dizanin bê cihekî çawa ye. Weke navendeke îşkenceyê ava kirine." Aydin anî ziman, ku zext û îşkence zêde bûye û xwest, piştgirî ji girtiyan re bê dayîn.
'DIVÊ HEYETEK BI LEZGÎNÎ BIÇE LÊKOLÎNÊ BIKE'
Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re ya Îzmîrê, li ser binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê di greva birçîbûnê de ne, raporek amade kir. Di raporê de tê destnîşankirin, ku rewşa girtiyên di grevê de ne gihîştiye radeya rîskê û girtiyan ji 10 heta 16 kîloyan kêm kirine.
Di raporê de hat ragihandin, ku divê heyetên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolînan bikin.i
NAVÊ GIRTIYÊN DI GREVÊ DE NE
Girtiyên di grevê de ne ev in:
Beşa Girtî ya T3: Zana Yaktin, Îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan
Beşa Girtî ya T2: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akar, Cengîz Dogan, Necet Kaya, Erhan Aryuz, Mûrat Dûman, Kasim Odemîr
Beşa Girtî ya T4: Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Yûsûf Ozdemîr, Mihamed Brû, Abdullah Aksû, Şivan Bîlîk, Ronî Yavûz, Ahmed Azad Hacîhamir, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Devran Makas
Girtiyên jin ên di 25'ê Sibatê de tevlî grevê bûn: Cîhan Asî, Derya Moray, Meryem Soyleme, Hurriyet Dogan û Mahsûme Şedal
RAPOR
Li gorî rapora Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re ya Îzmîrê, çend ji mafên girtiyan ên li girtîgehê tên binpêkirin, bi vî rengî ne:
* Tecrîda giran heye. Di hewşê de qewîş hevdu nabînin.
* Li ser piyan hejmar tê girtin.
* Qewîş pir qerebalix in, nivîn têrê nakin. Di qewîşên 10 kesan de 15-20 kes dimînin. Ji ber ku zêde qerebalix e pirsgirêka hewa jî heye.
* Dema ku derdikevin hewşê pêkanîna 'pêlavê ji pê bike û bixe pê' dest pê kiriye.
* Pêdiviya bijîşk dereng tê bicihanîn an jî qet nabin bijîşk. Muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin.
* Qadên civakî hatine qedexekirin. Pirtûkxane jî di nav de.
* Pirtûk hatine kêmkirin. Pirtûkên ku qedexe nînin jî bi biryara îdareya girtîgehê ve tê qedexekirin. Nexşe jî nadin girtiyan. Ferheng ji ber ku qalind e nadin.
* Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 girtiyên ku bi stranên kurdî û tirkî govend gerandine cezayê hucreyê girtine.
* Name tên desteserkirin.
* Qertên bi nivîsa terorîst didin girtiyan ku bi sînga xwe ve bikin û girtiyên vê yekê qebûl neke, destûr nade malbat wan ziyaret bike. Destûr nadin ku mafê xwe yê telefonê bikar bînin.
* Ser hewşê bi têlan hatiye girtin.
* Dema girtiyan derdixin hevdîtinê bi awayekî yek rêz li pey hev rêz dikin û wan didin meşandin.
* Dema hevdîtnê 4-5 gardiyan di maseyan de digerin û malbat û girtiyan bi zanebûn tacîz dikin. Girtiyan di 7'ê Sibatê de ev yek şermezar kirin û tenê 10 deqîqeyan derketin hevdîtinê.
* Girtiyên hatin sirgûnkirin bi zorê ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Yên tazîkirin qebûl nekirin jî bi zorê hatin tazîkirin û rastî lêdanê hatin.
* Di beşa zarokan a Girtîgeha Şakranê de 6 zarok rastî îşkenceyê hatin. Ji ber ku di nava xwe de bi kurdî axivîn rastî lêdanê hatin. Gelek zarok jî bi tirkî nizanin.
* Mafê wan ê destûra xelatê bêyî sedem nîşan bidin bi awayekî keyfî ji holê rakirine. Ev destûr mafê hevdîtina 2-3 saetan a malbatên ji dûr tên e.
* Ji bo mafê hatiye îhlalkirin girtî her roj nêzî 70 daxwazname didin. Yên bi riya daxwaznameyan dixwazin bi îdareyê re hevdîtin bikin ev daxwaza wan tê redkirin.
* Komîteya Şopandina Mafê Mirovan a Walîtiya Îzmirê çû girtîgehê ji balbat û girtiyan re hevdîtin kiriye. Piştî vê hevdîtinê 4 roj şûnde dîsa rewşa girtiyan û zextên li ser girtiyan zêdetir bûye. Rewşa girtiyên nexweş bêtir xerab e. Di van rojan de girtiyê nexweş Cengiz Eker divê teqez anjiyo bibe. Lê hêj sewqî doktor nekirine.
* Li girtîgehan ev rewş bi rêya edlî û îdarî serledan hatiye kirin, lê dîsa bi encam nebûye.
* Tenê daxwazek girtiyan heye. Ew jî rakirina tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê zextên li ser azadiya girtiyan û pêkanînên rûmeta wan dişikîne bi dawî bibe.