Di Kongreya Rêveberiyên Herêmî de wê desteserkirina Şaredariyan bê nirxandin

Di Kongreya 32. a Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê de, ku li bajarê Strasboûrgê pêk tê, wê rapora li ser bicihkirina qeyûman li şaredariyên Kurdan bê nirxandin.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê, serê şeş mehan carekê li hev dicive. di rûniştinên îro de, tevî mijarên koçberiyê wê demokrasiya herêmî û xwecihî ya li gelek welatan bê nirxandin.

Di rûniştina sibê ya kongreyê de, wê rapora li ser girtina Hevşaredarên DBP'ê û bicihkirina qeyûman li van şaredariyan, bê nirxandin. Ev rapor ji aliyê endamê Partiya Karker a Hollandayê (PvdA) Leendert Verbeek û parlamenterê Swêdî Anders Knape ve hatiye amadekirin.

Di çarçoveya rapora Verbeek û Knape de wê pêşnûmeyek di rûniştina sibe de pêşkêşî dengdanê were kirin. Di pêşnûmeyê de bal tê kişandin ser desteserkirina rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê bi destê qeyûm. Di pêşnûmeyê de endîşeya li ser bicihkirina 'qeyûmên rêveberiya navendî' li şûna hevşaredaran tê nîşandan û zerara ji ber girtina saziyên jin û zarokan ên şaredariyên DBP'yî, tê bibîrxistin.

Di pêşnûmeyê de her wiha tê xwestin, Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê, di serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi taybetî bala xwe bide ser mijara şaredarên girtî yan jî ji wezîfeyê hatine kirin.

Yek ji pêşniyarên pêşnûmeyê ew e, ku Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê, li ser biryarên AKP'ê yên li dijî şaredariyan nêrîna xwe eşkere bike, bê çiqasî ev biryar li destûra bingehîn tê. Her wiha tê xwestin, girtina saziyên ji bo xizmeta jinan, ku ji aliyê qeyûm ve hatin girtin, ji aliyê Heyeteke Pispor ve bê nirxandin.

Di pêşnûmeyê de ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) tê xwestin, agahiyên li ser kiryarên ne însanî yên li dijî parlamenter û şaredarên girtî tên kirin, lêkolînê bike.

Di pêşnûmeyê de herî dawî ji Buroya Kongreya Rêveberiyên herêmî tê xwestin, rewşa Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn lêkolîn bike. Altûn beriya bê girtin, endama DBP'ê ya di nava delegasyona kongreyê ya ji bo Tirkiyeyê de bû.