Goktepe: Di 16'ê Nîsanê de wê gel pêşî li faşîzmê bigire

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Goktepe diyar kir, di 16'ê Nîsanê de wê ders ji AKP û Erdogan re bê dayîn û gel wê rê nede faşîzmê.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Aysşe Goktepe, li ser referandûmê ji ANF'ê re axivî.

Goktepe diyar kir, qirkirina fîzîkî, siyasî û çandî ya li Kurdistanê, ku ji aliyê faşîzma Erdogan ve tê meşandin, beriya referandûmê zêde bûye û got, "Ev yek ji bo gelê Kurd rewşeke nû nîne. Lê belê, piştî hewldana darbeyê ya bi guman, Erdogan ji bo mûxalîfan bêdeng bike û astengiyên li ber dîktatoriya xwe rake, Hevserokên HDP'ê, hevşaredarên DBP'yî û hemû hêzên li dijî pêkanînên faşîzan derdikevin, xist girtîgehê. Rejîma Erdogan li pêş çavên tevahiya cîhanê Kurdan dikuje, komkujiyê dike. Mîna salên 1990'î niha gund tên şewitandin û valakirin. Faşîzma AKP û Erdogan, êş û komkujiyên ku Çîller anîbû serê gelê me, heman tiştî dike. Gel û dayikên Kurd wê vê zilma Erdogan ti carî ji bîr nekin û wê li ser sindoqê dersa ku rejîma Erdogan heq dike, bide."

Goktepe bal kişand ser komkujiyên ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên kirin û got, "AKP li ti devera cîhanê nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire."

Goktepe gefa Erdogan û AKP'ê ya beriya hilbijartinên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bibîr xist, ku gotibûn 'eger em bi tena serê xwe nebin desthilatdar wê welat veguhere gola xwînê'.

Goktepe diyar kir, AKP-Erdogan vê dek û dolabê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî digerînin ûd estnîşan kir, lê êdî hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk wê bi vê nexapin.

Ayşe Goktepe anî ziman, referandûm ji bo pêşîgirtina li rejîma dîktatorî û faşîzmê, şenseke dîrokî ye ji bo bindestan û got, "Bi piştgiriya hev em dikarin pêşî li vê faşîzmê bigirin. Haya mirovan ji her tiştî heye. Gelê me, gelên bindest û alîgirên demokrasî û azadiyê wê ya pêwîst di vî warî de bikin."

Goktepe işaret bi girîngiya dengdanê kir û got, "Neçûna ser sindoqan, boykotkirin wê bi kêrî faşîzma AKP-MHP'ê were. Pêwîste hemû Kurdistanî û Tirkiyeyî biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin."