Keskîn: Hewl didin ser kuştina Kemal Kûrkût binixumînin

Keskîn diyar kir, kuştina Kemal Kûrkût înfazeke eşkere ye û got, berdana kiryaran nîşan dide ku dema kiryar dewlet be, kujer çawa tên parastin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, qedexeya li ser weşandina bûyera kuştina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ji aliyê polîsan ve, ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ev qedexe ji bo parastina kiryaran û nixumandina cînayetê hatiye dayîn. Keskîn destnîşan kir, kuştina Kûrkût înfazeke eşkere ye û got, weke parêzvanên mafên mirovan ew ê vê dozê bişopînin.

Keskîn bibîr xist, polîsê ku li pêş çavên her kesî Kemal Kûrkût kuşt, li şûna bê girtin hatiye berdan û anî ziman, ev yek nîşan dide bê kiryar dewlet be, kujer çawa tên parastin.

'BÊDENGIYA LI NAVA RAYA GIŞTÎ, BÊCEZAHIŞTINÊ REWA DIKE'

Keskîn ragihand, weke parêzvanên mafên mirovan ew helwesta dewletê û dadgeriyê ya li pêşberî bûyerên bi vî rengî gelekî baş dinasin, lê belê bêdengiya raya giştî fêhm nakin. Keskîn got, "Dema înfazeke bi vî rengî li Stenbol an jî Îzmîrê bihata kirin wê helwesteke cuda bihata nîşandan. Dema li Amedê tê kirin, helwesteke cuda tê nîşandan. Der barê kuştina mirovekî ciwan weke Kemal Kûrkût de, diviyabû deng ji her devera vê erdnîgariyê derketibûya, lê belê rabûna li ber vê yekê gelekî lawaz e." Keskîn destnîşan kir, dengê li dijî dewletê çiqasî qels be, bêcezahiştin jî di wê astê de rewa tê nîşandan û anî ziman, ev yek dibe sedem ku kiryar neyên darizandin.

'BI ZANEBÛN HAT KUŞTIN'

Keskîn got, danîna qedexeya weşanê li ser bûyera kuştinê, parçeyek ji polîtîkaya bêcezahiştinê ye û destnîşan kir, bi biryara nepenîtiyê re dixwazin kiryar biparêzin û ser kuştinê binixumînin. Keskîn wiha dewam kir: "Weke gelek bûyerên mîna vê, hewl didin ser wê binixumînin. Gelek pirsên mîna; 'Di dema bûyerê de kincê Kûrkût çima ne lê bû? Eger li holê kêrek hebe, gelo bersiva vê yekê kuştin e?' bê bersiv mane." Keskîn diyar kir, ji ber ku gule berda cihê mirinê, ev cînayet bi zanebûn hatiye kirin û got, weke parêzvanên mafên mirovan ew ê şopdarên vê bûyerê bin.