Li Goteborgê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan cejna Newrozê hate pîrozkirin.
Li Goteborgê Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî, ji bo Kurd û gelên bindest qala girîngiya Newrozê kirin.
Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Partiya Çepgir di axaftinên xwe de bal birin ser vî tiştî ku, Newroz ji xeynî ku vejîna biharê ye, di heman demê de roja berxwedan û têkoşînê ye jî.
Qisekeran destnîşan kirin ku, AKP û Dewleta Tirkan beriya referandûmê operasyon û provakasyonan dikin û ew ji gelê Kurd bi hêvî ne ku, wê Kurd li hemberî van pêkutiyan berxwedana xwe mezintir bikin.
Qisekeran diyar kirin ku, Tirkiye li ser xaçerêkekê ye û wê di 17’ê Nîsanê de diyar bibe bê ka demokrasî tercîh kiriye yan jî dîktatorî û bang li hemû hilbijêran kirin ku ji bo pêşiya rejîma yek zilamî, dîktatorî û faşîzmê were girtin, divê her kes biçe ser sindoqan û dengê ‘NA’yê bidin.
Di çalakiyê de piştî ku axaftina Cemîl Bayik hate temaşe kirin, girseyê bi stran û sirûdên hunermend Nûarîn, Diyar Dersîm, Kawa Ûrmiye û Farzîn govend gerandin û sloganên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî Azadî” û “Bijî Kurdistan” berz kirin.
Koma govendê ya Semayê jî bi performansa xwe şev rengîntir kir.