Li Stûttgart û Hannoverê hilbijêr ji bo ‘NA’yê diçin ser sindoqan
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Hannoverê, Kurdistanî û derdorên demokrat ji bo dengê 'NA'yê diçin ser sindoqan.
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Hannoverê, Kurdistanî û derdorên demokrat ji bo dengê 'NA'yê diçin ser sindoqan.
Li Sefaretxaneya Tirk a li bajarê Elmanya Stûttgartê, dengdayîna referandûmê ji roja yekem ve bi eleqeyeke mezin dest pê kir.
Di saetên 09:00'an ê sibehê de bi sedan kes li benda vekirina deriyê avahiya li Lorenz Str man ya ji bo referandûmê hatibû amade kirin. Dengdayîna ku îro dest pê kir wê heta 9'ê Nîsanê bidome.
Roja yekem 18 jinên HDP'yî yên ku li ser sindoqan erkdar bûn, bi destpêkirinê re wan jî dengê xwe bi kar anîn.
Eleqeya ji bo vê hilbijartinê, ji ya hilbijartina 2015'an zêdetir e.
Demeke dirêj e ku HDP, CHP, HDK-E, AABK-BW, Komeleya Fikra Ataturk, Partiya Sosyalîst a Kedkar, Federasyona Saziyên Gel a Demokratîk, Azadî û Piştgirî, Saziya Tûrkûaz a Stûttgartê, Yekîtiya Esnafên Demokratîk, Saziya Pirçandiyê, Tevgera Yekîtiya Hezîranê, Partiya Komunîst a Tirkiye û saziyan, xebatên “NA”yê dimeşandin.
Piraniya erkdarên avahiya hilbijartinê, ji AKP û avadaniya UETD’ê pêk tên.
Sefaretxaneyên ku pêwîst e serbixwe bin, di heman demê de bi alîkariya Sefaretxaneya Tirk a Stûttgartê û bi organîzekirina UETD’ê ji bo AKP'ê wesayît û otobusên taybet amade dikin.
HANNOVER
Hilbijêrên ku qeyda wan li Sefaretxaneya bajarê Elmanya Hannoverê ne, li Messedegelan a Hannoverê li navnîşana Nord 30521 Halle 2’yê dengê xwe didin.
Çapemeniya Elmanan, eleqeyeke mezin nîşanî referandûmê didin. Çapemeniyê hevpeyvîn bi hilbijêran re kir, ên ku hatibûn dengê xwe bidin.