Banga Êzidiyan a ji bo Ewropayê: Bila statûya Şengalê were nas kirin

Meşa Êzidiyan a ji bo “Ji bo Şengalê statû” ji Dusseldorfê destpê kiribû, piştî 192 kîlometreyan gihişt Brukselê. Êzidiyên ku li ber Konseya Ewropayê mîtîng lidar xistin, bang li saziyên Ewropayê kirin.

Meşa dirêj a ku saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê di 20’ê Adarê de li Dusseldorfê bi şîara “Ji bo Şengalê statû” dabûn destpê kirin, gihişt bajarê Bruksel ê Belçîkayê. Êzidiyên ku nêzî 192 kîlometreyan meşiyan, îro li Zaventemê derketin rê û nîvro gihiştin ber Konseya Ewropayê ya li Brukselê û li vê derê mîtîngek lidar xistin. Gelek parlementerên ji Ewropayê û nûnerên saziyan beşdarî mîtîngê bûn. Daxuyaniya li ser navê Êzidiyan ji aliyê Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek û Pêşîmam Ekrem Denîz hate xwendin.

‘LI ŞENGALÊ FERMAN DIDOME’

Di daxuyaniya li ber Konseya Ewropayê de êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin:

“Wê çaxê 11 hezar pêşmergeyên PDK’ê yên Şengalê li ber xwe nedan û civaka Êzidî teslîmî DAIŞ’ê kirin. Piştî vê jî hêzên YPG û HPG’ê korîdorek vekirin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Piştî vê dîrokê jî civaka Êzidiyan biryara xwerêxistinbûnê dan û dest bi xwerêveberiyê kirin. Ligel van tiştan jî hêzên xwe yên parastinê jî amade kirin. YBŞ, YJŞ û Meclîsa Êzidiyan ava kirin. Êzidiyan xwestin ku pergala xwe, bi destê xwe ava bikin. Hêzên ku wê rojê Êzidî bi tenê hiştin îro dixwazin Şengalê dagir bikin. Li gorî me ev tişt dûmahîka fermana 3’ê Gelawêja 2014’an e, ev îxaneta duyemîn a ku li Êzidiyan hatiye kirin. ‘Pêşmergeyên Roj’ ên ku hatine wê derê li gorî me çeteyên DAIŞ’ê ne. Xebatkarên MÎT’ê ne. Nîşana vî tiştî ev e ku piştî Mesûd Barzanî çû Enqereyê, van êrîşan dest pê kirin. Em wekî Êzidî îxanetkaran li wê derê naxwazin. Em ê axa bav û kalên xwe nedin îxanetkaran.”

Êzidiyan bang li dewletên Ewropayê kirin û diyar kirin ku, çekên ku Elmanyayê dabûn PDK’ê di 3’ê Adarê de li Xanesorê hatin bikar nîn û 7 kes bi van çekan hatin qetil kirin.

‘BILA HEYETEKE JIN A JI EWRÛPAYÊ BIÇIN ŞENGALÊ’

Songul Talay jî li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidiyan axivî û diyar kir ku di van êrîşan de jinên Êzidî zirar dîtine û divê heyeteke jin a ji Ewrûpayê biçin Şengalê.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî êrîşên li ser Êzidiyan şermezar kir û got: “Ligel 74 fermanan, civaka me teslîm nebû û wê teslîm nebin. Çawa ku di dîrokê de me li ber xwe da, em ê niha jî li ber xwe bidin. Ji bo statuyeke Şengalê çêbibe, çi ji destê me were em ê bikin. Em ji vir gazî Yekîtiya Ewrûpayê dikin.”

Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan jî diyar kir ku, çalakiyên Êzidiyan didome û got: “Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê daxwazên me qebûl bikin. Êzidiyên îro li vir dimeşin, wijdanê me hemûyan in”. Atalan diyar kir ku ji bo me DAIŞ çi be, PDK û AKP jî wisa ye û got, “Divê PDK ji Şengalê derkeve.

Piştî mîtîngê heyeteke ku ji meşvanan pêk dihat, hevdîtinek bi parlementerên Yekîtiya Ewrûpayê kirin û dosyeya daxwazên xwe pêşkêşî wan kirin.

DAXWAZ

Êzidiyan ji saziyên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ev tişt xwestin:

Divê çeteyên ku êrîşî Şengalê kirin, bi lezgînî mudaxele li wan werin kirin û ji herêmê derkevin.

Divê heyeteke serbixwe biçe herêmê û li ser bikaranîya çekên Elmanyayê yên di destê PDK’ê de lêkolînê bikin.

Divê YBŞ û YJŞ wekî yekîneyên Êzidxaneyê werin qebûl kirin.

Divê Yekîtiya Ewropayê biryara xwe di 26.06.2016’an de a ku xweseriya Şengalê qebûl dike, di pratîkê de pêk bîne.

Divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî Şengal wekî herêma xwedî ewlehî were îlan kirin,

Divê tiştên li Êzidiyan hatine kirin wekî qirkirin werin qebûl kirin û berpirsên wan werin darizandin.