Êrîşa li dijî gorên Êzidiyan ket rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Ûca, êrîşa cerdevanan a li dijî gorên Êzidiyan xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Ûca, êrîşa cerdevanan a li dijî gorên Êzidiyan xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca, li ser êrîşa li dijî gorên Êzidiyan ên li gundê Zewra yê navçeya Wêranşar a Rihayê, ku gundê Êzidiyan e, ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû pirsî.
Di pêşnûme pirsê de Ûca bersiva van pirsan xwest:
1-Haya we jê hebû, ku di şeva 16-17'ê Nîsanê de li gundê Zewra yê navçeya Wêranşar a Rihayê, 8 gorên Êzidiyan hatin xerakirin?
2-Der barê vê êrîşê de Wezareta we ji aliyê qanûnî ve tiştek kiriye, ketiye nava hewldanan?
3-Der barê êrîşê de, Wezareta we bi Êzidiyên li gundê Zewra re axiviye?
4-Ev êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin? Gelo rast e ku êrîş ji aliyê cerdevanan ve hatiye kirin?
5-Bi kîjan armancê, 8 gorên Êzidiyan hatine xerakirin?
6-Hejmara Êzidiyên li gundê Zewra dijîn çiqas e? Ji bo ewlekirina jiyana Êzidiyên li vê derê dijîn, hûn tiştekî din?
7-Ji bo pêşî li êrîşa li dijî Êzidiyên li gundê Zewra bê girtin û zexta koçberkirinê ji ser wan bê rakirin, Wezareta we tedbîrên çawa girtiye? Her wiha ji bo çareserkirina travmayên kûr ên ev pêvajo rê li ber veke, hûn plan dikin ku tiştekî bikin?