Bîlançoya qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di qonaxa 4’emîn a Pêngavê de 311 çete hatine kuştin û 30 şervanan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bîlançoya pêngava 4ʹemîn a Xezeba Firatê hate eşkerekirin ya ku di 13’ê Nîsanê ji bo rizgarkirina Bakurê Reqayê û Geliyê El-Celabê hatibû destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, ji 20 hezarî zêdetir sivîl hatin rizgarkirin.
QSD’ê ya ku Pêngava Xezeba Firatê dimeşîne îro têkildarî rewşa li herêmê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bîlançoya operasyonê jî hat eşkerekirin.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed  û Endamên Fermandariya QSDʹê Luqman Azad û Fermandar Muhammed El-Ereb li gundê Kebişa Rojava hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di qonaxa 4’emîn a Pêngavê de 311 çete hatine kuştin û 30 şervanan jî jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye:
Bi Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê hêzên me gelek gund û mezre rizgar kirine û derbên giran li çeteyan xistine. Ligel vî tiştî Bakurê Geliyê El-Celabê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û gelê me ji vê derê hatine derxistin û me ew birine cihên ewle.
Bi derbên me re pişta dijmin şikestiye û gelek gund û mezre ji çeteyan hatine rizgarkirin. Gelek çete jî ji ber şervanên me reviyane. Êrîşên çeteyan ên li ser van herêmên rizgarkirî jî hatine şikandin. Çeteyan di 23’ê Nîsanê de ji gelek alî û eniyan xwestin ku êrîşî hêzên me bikin û şervanên me ev êrîşên wan jî şikandine.
Li hemberî şehîdên xwe yên di vê pêngavê de em bi rêzdarî kemberbest dibin. Em helwesta gelê xwe silav dikin yên ku piştgiriya berxwedana me kirin. Em spasiyên xwe li hemû beşdar, şervan, hêz û koalîsyona navneteweyî jî dikin.

20 HEZAR SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN
Bi vê re jî gelek sivîl ji ber şer hatine herêmên ewle yên Rojavayê. Di hefteyên dawîn de hejmara van koçberan gihiştiye 20 hezaran. Ji ber vê jî di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li saziyên alîkariya mirovî dikin ku piştgiriya koçberan bikin.
Wekî dawîn jî em dixwazin diyar bikin, heta ku terorîstek mabe wê pêngava me bidome. Em hêz û moralê xwe ji şehîd û gelê xwe distînin. Tekane armanca me ev e ku li Sûriyeyê demokrasî û aramî pêk were.
BÎLANÇO
Bîlançoya QSD’ê ya şerê ji 13’ê Nîsanê û vir ve, wisa ye:
“Hêzên QSD’ê ev gundên hanê rizgar kiriye
-Gundên bi navê Kebîş El-Xerbî, Kebîş El-Şerqî, Um El-Tenek, Royan, Mezreya Tişrîn, Mişêrefa Bakur, Mişêrfa Başûr, El-Rehyat, Bîr Cerbo, Cerwe, El-Hetaş, Mezreya El-Hikûme, Hezîme û gelek mezrayên van gundan hatine rizgarkirin.
Gundên ku hatine rizgarkirin û paqijkirin jî ev in;
- Gundên Xelwe Ebîd, Holo Ebîd, Ebare, El-Kalte, Til El-Seded, Sikeriye, El-Elo û mezrayên gundên Zehreyê

Cebilxane û alavên leşkerî yên dijmin ên ku hatine îmhakirin
-3 hawan
-Depoyeke cebilxaneyê
-2 wesayîtên bombebarkirî
-Îmalatxaneya wesayîyên bombebarkirî
- 9 motorbisiklêt
-Fuzeyeke bihistyarî germahiyê
-3 wesayîtên bi doçka
-7 wesayîtên leşkerî

Cebilxane û alavên ku hêzên me desteser kirine
-22 kaleşnîkov, 4200 fîşekên wê
-4 BXC, 220 fîşekên wê
-5 roketavêjên B7, 17 gulleyên roketa B7’ê, 11 haşve
-Doçkayeke 12.5mm û 200 fîşekên doçkayê
-2 hawan û 400 roketên hawanê
-2 motorsîklet
-Katyûşayek, Brûnoyek, demançeyek
-Dûrbîneke şevê, 2 dûrbîn
-Pîkabek, Hammerek
-11 bombeyên destan
-Kamerayek, komputerek

Çeteyên hatine kuştin: 311
Cenazeyên ku hatine desteserkirin: 76
Çeteyên ku bi saxî hatine girtin: 8”