Li Tebqayê nûqteyên stratejîk ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin
Şervanên QSD’ê yên ku ber bi navenda QSD’ê ve ber bi pêş ve diçin, li gel Çerxerêya Elef û Girava Mehmiye û beşek ji taxa El Weheb ji çeteyan hate paqijkirin.
Şervanên QSD’ê yên ku ber bi navenda QSD’ê ve ber bi pêş ve diçin, li gel Çerxerêya Elef û Girava Mehmiye û beşek ji taxa El Weheb ji çeteyan hate paqijkirin.
Operasyona rizgarkirina bajar Tebqa û Bendava Firatê di roja 33’yan de didome. Şervanên QSD’ê piştî ku êrîşa berfireh ên çeteyan şikandin, lez dan pêşveçûnên xwe.
Îro ber destê sibehê şervan ji milê bakur-rojavayê Tebqa ve ketin nava tevgerê. Di saet 14.00’an de şervan gihiştin Çerxeriya Elef û di demeke kin de ev der ji çeteyan paqij kirin û xistin bin kontrolê.
Li bakurê rojavayê bajar komeke ji şervanên QSD`ê şevê din ber bi Girava Mehmiyê pêş ve çûn.
Ber destê sibehê şervanan girava ku di nav ava Firatê de û nêzîkî bendavê ye ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên QSD’ê li rojhilatê Tebqa jî derbên giran li çeteyan dan û ji taxa îskenderiyê derbasî taxa El-Weheb bûn. Di encama şer de şervanan bi dirêjahî 1 km û bi firehiya 500 m pêşde çûn.
Di saet 13.30’an de şervanan beşek ji taxa El-Weheb xistin bin kontrola xwe û ji çeteyan paqij kirin.
Pevçûn li her du herêman ji şevê din de berdewam e. Lê heta niha hejmara kuştiyên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Pêşdeçûna şervanan ber bi navenda bajar ve didome.