Li Torontoyê referandûma bi hîle hat protestokirin

Li bajarê Kanada Torontoyê, referandûma ku 16'ê Nîsanê ji bo Destûra Bingehîn pêkhatî, hîle û nelirêtiya di referandûmê de hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku li rêya qelebalix Yonge&Bloorda ya Torontoyê li hev civiyan, rejîma AKP'ê ya ku bi zext û hîleyan referandûm li gorî xwe çêkirin protesto kirin.

Girseya ku ji bo protestokirinê hatîn gel hev, bi dirûşmeyên 'Em xwedî li dengê NA derdikevin', 'Nalet li rejîma AKP'ê were' û 'Erdoganê Diz' heta Bundas&Yongê meşiyan. Li Dûndas&Yongê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û çalakî bi dawî hat.