Gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan li Viyanayê hatin bîranîn
14 gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.
14 gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo 14 gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê, ku xizmên Serkan Gun (Demhat Mûnzûr) jî lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Li vê derê daxuyaniyek hate dayîn û hate ragihandin, têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk tê meşandin bi ser dikeve. Hat destnîşankirin, ew vê serketinê deyndarê gerîlayên canê xwe feda kirine.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku Hakî Karer şehîd bû, biryara damezrandina partiyê hate dayîn. Şehadeta Hayrî, Kemal û Mazlûman a li zindanan bû ferman ji bo destpêkirina têkoşîna çekdarî. Heta ku çar parçeyên Kurdistanê azad bibe wê têkoşîna me bidome."
Civînê de nameya Serkan Gun hate xwendin û piştre xalê wî bi kurtasî ev axaftin kir: "Li dijî xerakirina bajarên Kurdistanê û ji bo cenazeyên li sarincan hatin veşartin, Serkan gav avêt û bi berxwedanê şehîd bû."
Di civîna bîranînê de qala bîranînên Bahrî Sule (Şoreş Koçer) jî hate kirin, ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest da. Piştre pîrê Elewiyan dua kir û merasîm bi nîşandana sînevîzyonê qediya.