Li Darmstadtê NCKD’ê kongreya xwe ya 6’emîn lidar xist

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, Nevenda Civaka Demokratîk a Kurd a girêdayî NAV-DEM’ê kongra xwe ya 6’emîn lidar xist.

Piştî hilbijartina diwanê, kongre bi rêzgirtina ji  bo şehîdên  Kurdistanê û hemû şehîdên cihanê destpê kir. Ji aliyê Hevserokê dema berê Merdan Kaçmaz ve rapora xebatên salane hat xwendin. Kaçmaz diyar kir ku di xebatê wan ên salekî de piranî xebatên siyasî derketiye pêş û di van xebatan de kêm mane û rexnedayîn da.

Serokê dîwanê û di heman demê de alîkarê hevserokatiya NAV-DEM’ê Îsmet Kem, diyar kir ku divê bi cîdiyet li ser şêwazê rêveberiya komaleyê, avakirina komîsyona û biryarên ku di civînê de derketine, li ser were sekinandin.

Di encamê hilbijartinê de 41 kes ji bo rêveberiya nû hate hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Merdan Kaçmaz û Meryem Karataş hate hilbijartin.