BI DÎMEN

YPG: Şehîdê rêwîtiya heqîqetê Çiya Rûs

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe eşkere kir.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya Çiya Rûs (Merdalî Suleymanov) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û sersaxî ji gelê Kurd re xwest.


Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin; "Ji bo avakirina welatekî azad û jiyanek aram û ji kokê tunekirina terorê, xebatên pêşxistina Şoreşa Rojava bi hemû hêza xwe berdewam dike.

Heta dilopek xwîna me jî hebe em ê vê bidin meşandin. Şehîdê qehreman Çiya jî yek ji wan rêhevalan bû ku li ser vê şopê dimeşiya. Her tim jî eşqa welat di dilê wî de zindî dima û tu carî astengiyên jiyanê ji xwe re nedikir kelem. Bi salan li pey şopa heqîqetê di qadên cuda de bênavber têkoşîna xwe meşand."

'GELÊ KURDISTANÊ WEK GELÊ XWE DIDÎT'

 

Di berdewamiya daxuyaniya YPG'ê de wiha tê gotin; “Pîvanên milîtaniya demê di kesayeta heval Çiya de pir eşkere xuya bû. Heval çiya her kêlî amade û hazir bû çi karekî şoreşê derketibûna pêşiya wî, bê dudilî berê xwe didayê û li ser vî esasê jî berê xwe da nav refên şoreşa Kurdistanê. Çavê wî her tim li serkeftinên mezin bû û doza hevalên xwe yê şehîd ji xwe re esas û pîvan girtibû. Her tim gelê Kurdistanê wek gelê xwe didît û ji bo rûkeniya zarokê vî welatî her tim di nav xebat û têkoşînê de bû."


'HEVAL ÇIYA MOHRA XWE LI DÎROKÊ XIST'


Daxuyaniya navenda YPG'ê wiha berdewam dike; 


"Heval Çiya mohra xwe li dîrokê xist. Li her çiyayekî Kurdistanê bîranînên xwe yên watedar hene. Rojekê ev çiya wê ji dîrokê re bibin şahid ku qehremanên mîna heval Çiya tê de jiyane û perwerde daye şervanên azadiyê. Heval çiya hatibû wê astê ku parçeyek ji rastiya Kurdistanê bû ya ku bi sedan sal in tê dagirkirin û dîroka wê tê înkarkirin. Ne qehremanekî weke heval Çiya be nikare bibe parçeyekî vê rastiyê. Ji bo vê jî ev qehremanê ku ji Kazakistanê berê xwe daye Kurdistanê di vê xak û têkoşînê de bû sembolek.

Ji destpêka şoreşa Rojava ve û li her qadê şer heval Çiya bû kulmek ji agir û her tim geşbûna xwe di nav hevalan de mezin dikir. Li ser vî esasî di hemî milan ve tu carî perwerdeya şervanan nedida sekinandin. Milekî jiyanê perwerde didît lê dema dihate xwestin dibû fermandar, dibû şervan carna jî dibû mamosteyê hevalên xwe yê têkoşînê. Ji ber vê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û bû lawekî vê xaqê. Hezkirin û eşqa welat bi şervanan re par dikir û bi kesayeta xwe ya şoreşgerî û dilnizmbûna xwe ve ji aliyê şervanan ve wek mînak dihate dîtin û dihate hezkirin.

Ji destpêka şoreşa Rojava ve di her şerî de amade bû û her tim di çeperên herî pêş de mil bi mil bi şervanan re cihê xwe digirt. Heval Çiya di her serkeftineke mezin de rol û misyona xwe hebû. Ji berxwedana Serêkaniyê bigre heta Til Berak, Rimêlan, Til Koçer. Cezaa, Hol, Çiyayê Kezwana, Şedadê, Girê Spî, Minbic û hwd., herî dawî jî di operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqa de her şer û çeper şahidên vê rastiyê ne. Di 23 Nîsana 2017’an de di encama qezayeke trafîkê de gihişt asta şehadetê.  

Em, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG şehadeta hevalê me yê qehreman Çiya Rûs radigihînin. Em li ser rêya şehîdan soza xwe nû dikin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê ji bo pêkanîna hêviyên wan têkoşîna xwe berdewam bikin. Di serî de ji malbata Çiya Rûs, ji gelê Kurd yê Kazakistanê dijîn re em sersaxiyê dixwazin û ji wan re dibêjin ku bi hezaran şervan hene ku ji bo hêviyê wan pêk bînin û li ser rêya wan têdikoşin.

Nasnameya têkoşer Çiya Rûs wiha ye:

Nasnav: Çiya Rûs
Nav û Paşnav: Merdalî Suleymanov
Navê Dayikê: Azîma
Navê Bav: Huseyin
Cihê Jidayikbuyînê: Çimkent-Kazakistan
Cih û Dîroka Şehadetê: Kantona Cizîrê, 23’ê Nîsanê 2017”