Li Stenbolê bîranîn: Hişmendiya Komkujî û înkarê didome!

Rewşenbîrên Ermenî li Qada Sûltanahmetê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de Meral Çildir axivî û got ku “Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî desthilatdariya xwe didomîne.”

Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê di 102'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de li ber Muzeya Berhemên Îslama Tirk ku rewşenbirên Ermen lê hatin girtin, daxuyanî da. Rêvebera ÎHD'ê Meral Çildir, li vir diyar kir ku Tirkiye welatê înkara komkujiyan e û wiha got: "Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî serdestiya xwe berdewam dike." 

Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê di 102'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de li ber Muzeya Berhemên Îslama Tirk ku rewşenbirên Ermen lê hatin girtin bernameya bîranînê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Komkujiya ermenan nas bike, efûkirina xwe bixwaze bike, tazmînatê bide" vekirin. Dîsa wêneyên kesên di komkujiyê de hatin kuştin, hatin vekirin. Di çalakiyê de Serokê Tevgera Bingehîn a li Dijî Nijadperestiyê ya Ewropayê (EGAM) Benjamin Abtan, axivî. Dema Abtan, li vir axivî komeke ku xwest provokasyonê bike, sloganên "Em leşkerên Mustafa Kemal in" û "Em leşkerên Erdogan" berz kirin. Piştre kom hat asteng kirin. Abtan, diyar kir ku ew li diji jibîrkirinê têdikoşin û li dijî jibîrkirinê radiwestin û wiha got: "102 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Em li dijî înkar û nefreta di nava dewletê de têdikoşin. 102 sal in em behsa komkujiyê dikin. Têkoşîna li dijî înkara komkujiyê tenê ne xweseriya Tirkiyeyê ye. Ji ber vê kesên ne Ermen jî vê têkoşînê didin. 


Rêvebera ÎHD'ê Meral Çildir jî li ser navê Platforma Bîranîna 24'ê Nîsanê daxuyanî xwend û diyar kir ku Tirkiye welatê înkara komkujiyan e û wiha got: "Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî serdestiya xwe berdewam dike. Îro 24'ê Nîsanê ye. Di heman demê de Suryan jî, ji sala 1914'an heta 1923'an ji aliyê tevgera Kemalîstan ve komkujî li ser wan hate kirin. Îktîdara tariyê xerabiyên herî tirsnak jî kirine ji rêze. Hemû tiştên sûc rewa nîşan daye. Hemû bê edaletiyên ku mirov li dijî wan îsyan dike kirine hînkirin û mirov fêrî van tiştan kiriye. Piştî faîlê komkujiyê navê Talat Paşa li Tirkiye li sedan kolan, mizgeft, dibistanan kiriye û navê wî dane jiyîn. Li şûna Talat Paşa ceza bikin navê wî dane jiyîn. Îro Talat Paşa û Enver Paşa, li Stenbolê di gorên bîrdarî de radizên. Birdariya Azadiyê (Abide-i Hürriyet) ji bo wan kirine wekî xelat. "