KCD'ê Qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar kir

"Çawa ku bi qirkirina 24'ê Nîsana 1915'an re pêşiya dewleta yekparêz, faşîst û komkujer hat vekirin, di roja me de hewl didin vê sîstemê bi tifaqa AKP û MHP'ê li ser gelê me bidomînin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji ber salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, dewleta Tirkiyeyê ji roja avabûye heta niha ji bo avakirina yek dewlet, yek netewe û yek ziman polîtîkayên tinekirinê li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê meşandiye. 

KCD'ê destnîşan kir, ku di encama van polîtîkayên qikririn û pişaftinê de gelek netewe yan kirin Tirk an jî anîn ber tinekirinê.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Kurd, Ermen, Suryan, bawermendên Êzidî, Çerkes û gelek netewe û bawerî bi qirkirinê re rû bi rû man. Di nava van qirkirinan de ya herî berfireh, encama wê xedar bû û nayê telafîkirin bêguman Qirkirina Ermenan a 24'ê Nîsanê ye. Di vê qirkirinê de mîlyonek û nîvek Ermenî hatin qetilkirin û bi vê re dîroka hezaran salan a civakê hat tinekirin."

KCD'ê bibîr xist, ku li ser qirkirinê 102 sal derbas bûne, lê belê hê jî ev rastî ji aliyê dewleta Tirk ve tê înkarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama vê înkarkirinê de qirkirina li ser gelê Ermen pêk hat, di roja me de li ser gelê Kurd tê meşandin. Çawa ku bi qirkirina 24'ê Nîsana 1915'an re pêşiya dewleta yekparêz, faşîst û komkujer vekir, di roja me de hewl didin vê sîstemê bi tifaqa AKP û MHP'ê li ser gelê me bidomînin. Bi destê AKP'ê li Sûr, Cizîr, Silopî, Şirnex, Gever, Nisêbîn û gelek bajarên Kurdistanê xistin meriyetê û gelê kurd bi qirkirin û wêrankirinê re rû bi rû hiştin.

AKP hê jî li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê sûcê dijmirovahî dimeşîne. Em polîtîkayên qirkirina Ermenan û gelên Anatolya û Mezopotamyayê bi tundî şermezar dikin. Bang li dewlet û AKP'ê dikin ku dawî li polîtîkayên qirkirinê ya li ser gelan dimeşîne bîne.

Em êşa gelê Ermenî parvedikin û ji bo qirkirina 102 sal berê ya li ser gelê Ermen pêk hat dubare nebe, di serî de bang li gelên Kurdistan, Tirkiyeyê û hemû gelê ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku li hemberî vê polîtîkayê têkoşîna hevpar bimeşînin."