Kurd û Ermeniyan serdana Bîrdariya Qirkirinê ya li Erîvanê kirin

Ji ber salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan, li paytexta Ermenîstan Erîvanê, Kurd û Ermenî çûn serdana Bîrdariya Qirkirinê. Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov diyar kir, dewleta Tirk heman qirkirinê îro li dijî Kurdan dike.

Bi wesîleya 24'ê Nîsana 1915'an Qirkirina Ermenî û Asûrî-Suryaniyan, îro li paytexta Ermenîstan Erîvanê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Girseya gel, danê sibehê saet di 08:30 de tevî qurnefîlan bi rengekî girseyî berê xwe da Bîrdariya Qirkirinê, qurnefîl danîn ber bîrdariyê û dua kirin.

Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn jî, bi qurnefîl û ala KCK'ê tevlî merasîmê bûn. Kurdan pankarteke reş a bi nivîsa "Em weke gelê Kurd Qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar dikin" vekirin.

Parlamenterê Kurd ê li parlamenta Ermenîstanê Kinyas Hasanov li vê derê ji çapemeniya Ermenî re axivî û destnîşan kir, ku ew weke gelê Kurd Qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar dikin.

Hasanov bang li dewleta Tirk kir, ku Qirkirina Ermeniyan qebûl bike û got, "Dewleta Tirk ne tenê gelê Ermenî qir kir. Di heman demê de civaka me ya Êzidî jî qir kir. Lewma em baş bi êşa gelê Ermenî dizanin."

Hasanov diyar kir, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja îro de jî dewam dike û got, "Dewleta Tirk bi rengekî rêk û pêk gelê Kurd qir dike. Bi dehan wekîlên Kurdan, hevşaredar û bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin. Zimanê gelê Kurd hatiye qedexekirin. Li hin cihan komkujiyên fîzîkî jî dike. Îro hê dixwaze gelê me yê li Şengalê qetil bike û bi vê armancê bi hezaran leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Li Rojavayê KUrdistanê jî bi heman rengî tevdigere û vîna Kurdan qebûl nake. Hêvîdar im wê bi pêşengiya PKK û Serok Apo Kurd û hemû Kurdistanî wê azad bibin."

Di dawiya axaftina xwe de Hasanov bang li dewletên cîhanê kir, ku çavên xwe li kiryarên dewleta Tirk negirin û  zextê li dewleta Tirk bikin.