QSD’ê ji bo sivîlên Reqayê korîdorek vekir
Şervanên QSD`ê ji bo ku koçberên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û ji şer biparêzin korîdorek vekirin û bi hezaran koçber di wan korîdoran re derbasî gundê Ceb El-Şiêrê bûn.
Şervanên QSD`ê ji bo ku koçberên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û ji şer biparêzin korîdorek vekirin û bi hezaran koçber di wan korîdoran re derbasî gundê Ceb El-Şiêrê bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî şervanên QSD`ê ji bo koçberên Reqayê yên ji ber zulma çeteyên DAIŞ`ê direvin korîdor vekirine û niha bi hezaran koçber gihîştine herêmên ewle yên QSD`ê û li gundê Ceb Şeîrê hatine bicihkirin.
Çavkaniyan ragihandin ku zêdetirî 10 hezar koçber ji mezreya Tişrînê ber bi gundê Ceb Şeîrê ve tên.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Ceb El-Şeîrê di 5`ê Mijdara 2016`an ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribûn.