Jinên Kurd ên ji Skandînavyayê 'Nobeda Azadiyê' digirin

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li bajarê Strasboûrg ê Franayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê jinên Kurd ên ji tevgera Jinê ya Skandînavyayê ve dewr hate girtin.

Nobeda Azadiyê, ku beriya niha bi 5 salan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, her hefte bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Ewropayê dewam dike.

Koma ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê, di hefteya 253. de çalakî radestî koma Tevgera Jinê ya Skandînavyayê kir. Şehnaz Battî, Îmran Karaer û Kurdistan Kasirga nobedê digirin.

Endamên komê bal kişandin ser girîngiya xwedîderketina li Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' û destnîşankirin, azadiya jinê bi azadiya Ocalan dibe.

Çalakger wê hefteyekê nobedê bigirin û hewl bidin nêrînên Ocalan ên li ser cîhanê, pirsgirêka jinan û azadiya gelan, ji raya giştî re ragihînin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Çalakiya nobedê ji wê demê û vir ve her roj bê navber dewam dike.