Li hemberî rejîma şexsekî bi hezaran kes daketin Kadikoyê
Ji bo betalkirina referandûma bi guman bi hezaran kes ji Şaşkinbakka la Kadikoyê heta Qada Îskeleyê meşiyan û gotin, em ê li hemberî rejîma şexsekî bi paş ve gavan neavêjin.
Ji bo betalkirina referandûma bi guman bi hezaran kes ji Şaşkinbakka la Kadikoyê heta Qada Îskeleyê meşiyan û gotin, em ê li hemberî rejîma şexsekî bi paş ve gavan neavêjin.
Bi hezaran kes bi dirûşma “Em ê te nekin serok” 10 kîlometreyan meşiyan û hişyarî dan Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK).
Ji bo protestokirina nelirêtiyên di referandûmê de, ev serê hefteyekê ye ku ji çar aliyên Stenbolê gel tên ba hev.
Meşa îro li Şaşkinbakkalê destpê kir û gel bi pankarta “Bila referandûm were betalkirin” û bi dovîzên “Na, em naçin”, “Na, hê neqediyaye” û bi sloganên “Em ê te nekin serok,” “Bila referandûm were betalkirin” dest bi meşê kirin.
HIŞYARÎ JI YSK’Ê RE: HEKE ENCAMÊN RASTÎN NEYÊN EŞKEREKIRIN KOLAN WÊ BIBIN MAFÊN ME YÊN REWA
Lîstikvan Bariş Atay ji girseyê re axivî û got: “Em ên ku xwedî li vîna xwe derketin, em îro bi ser ketin. Kesên ji faşîzm û şer re gotin NA, îro em bi ser ketin.”
Atay di axaftina xwe de silav şand ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û got: “Silav ji kesê ku got, em ê te nekin serok re”.
Atay axaftina xwe domand û got: “Roja Çarşemê YSK wê encaman eşkere bike. Em YSK’ê hişyar dikin, heke encamên rastîn eşkere neke wê kolan bibê mafê me yê sereke. Wekî niha em ê dîsa li ber xwe bidin.”