Qirkirina Ermeniyan

Dihatin kuştin, dihatin şêlandin, destdirêjiya namûsa wan dikirin. Cîranê Kurdan li ber çavên Kurdan dihatin qirkirin û Kurdan nikaribûn midaxle bikin. Kesên midaxle dikirin jî heman aqûbeta Ermeniyan dijiyan. Û qir kirin.

Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz dibû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû. Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya. Îtîhat û Terakî ya ku di sala  1908'an de dest danîbû ser rêveberiya Osmaniyan û li dû rojên bi îhtiras bûn, li rêyek xelasiyê digeriyan. Wan digot; Emê ji Behre spî hetanî Adriyatîkê dewletek ji neteweya Tirk pêk tê ava bikin. 

Wê demê konsolosê Amerîka Henry Morgenthau di 16ê Tîrmeha sala 1915an de li ser kesayetiya Talat Paşa nameyek nivîsibû. 

“Êdî min  Talat baş nas dikir. Her roj me hev didît. Li gor Talat ji ber sedemên neyartiya gelên heremê eyelet li ser eyaletan wenda dikin. Yewnanîstan, Sirbistan, Romanya, Bûlgarîstan, Bosna Hersek, Misir û Trablugarp ji dest me çû. Li ser vê yekê Împaratoriya Tirkan hat radeya ji hole rabûnê. Digot eger em dixwazin ku yê di dest me de maye xwedî derkebin, divê ku Turkiye ji van gelên biyanî xelas bibin. Tirkiye a Tirkan e. Ev nerînên Talat yên esasî bûn.”

Salek piştî desthilatdariya Îtîhat û Terakî Ermeniyên ku li Edenê dijiyan ev taluke dîtin. Ji bo parastina xwe çek girtin. Provaksiyon çûbûn di sala 1909'an de erişî taxê Ermeniyan kirin. Di encamê de li gor arşîvan di navbera 15-30 hezarî Ermenî hatin qetilkirin.  Waliyê demê yê Edenê Cemal Paşa di bîranînê xwe de dibêje ku 17 hezar Ermeni û  1.850 Misliman hatinin qetilkirin.

Ev bûyer di heman demê de wek amadekariya  komkujiya sala 1915an bû jî..

Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin. Ev jî parçeyek amadekariyên komkujiyê bûn.

Di sibata 1915an de Ermeniyên ku di artêşa Osmaniyan  debûn, hatin bêçek kirin. Li gelek bajêran, 235 Ermeniyên navdar hatin girtin û van kesan sirgûnî bajarên Çankiri û Ayaşê kirin. Ev hejmar di nav çend hefteyî de gihîşt 2.345 kesî. Yên hatin sirgun kirin an mirin an jî hatin kuştin.

Û bihara sala 1915'an bû. Fermanek ji aliyê jon Tirkên Îtîhat û Terakî ve hatibû dayîn. Fermana Qirkirina Ermeniyan. Sewqiyata eskeran çêbû bû. Gelek leşkerên tirkan li heremê hatibûn bicîh kirin, li kêleka wan “Alayên hemidiye” yên ku ji aliyê Paşayê Osmanî Evdilhemîd ve hatibûn sazkirin cîh digirtin. ji bo rojên reş hemû amedekarî hatibûn kirin..

Li gor planê diviya ji kokê bihatina qirkirin. Dive yek kesek ermeni sax nemîne.
Dive tu şop li pey xwe nehêlin. Ji bo vê yekê , di rêya koçê de werin tunekirin..
Her tiştên wan bihata tunekirin ku sedemên vegerê li holê nemana.
Her tişt dive bi veşartî be. Ji bo ku hesasiyetên navneteweyî ji holê werin rakirin. 
Ji bo pêşîgirtina berxwedan û îsyanê, dive ku serok û pêşengê wan ji holê werin rakirin.
Mesrefên komkujiyê dive ji ermeniyan bê girtin. Dest bidin ser hesabên wan yê banqa û serveta wan.

***

Berî ku ew werin, li Kurdistan li bajaran, li gundan dengê ezanê Mizgeftan û zengalên Dêran bi hevre bilind dibûn. Kurdan ji rezê Ermeniya fêkî danî, Ermeniyan ji titûna kurdan a xas cixareyên qaçak dipêçan. Bedoyê kurd pêlavên xwe li ba solcî Dîkran didan çekirin, Dîkran li ba aşvan Salo genimê xwe dihêra. Cîranê hev bûn..  Li bin yek esmanî, wek mirovan dijiyan. Kîn, nefret, hesûdî, kuştin di vê cînariyê de tinebû..

Di 27'ê Gulana sala 1915an de bi zagonek hin selahetiyên mezin dabûn rêvebir û eskerên heremê ku dema bixwazin dikarin hin kesan sirgûn bikin. Di 10 Hezîranê de bi daxwaznameyek nû diyarkirin ka çawa dikarin dest bidin ser mal û serveta wan kesên tên koçkirin. Û dîsa bi vê diyarnameyê de dema koçkirinê bêdem dikirin.

Lê piştî van daxwazname û talîmatan ji her derê Anatoliya ref bi ref koça Ermenî yan dest pê kir. Hedefek wan a ew ê koş bikin tune bû. Çol û çiya wek Enwer û Talat plankiribûn ewê ji wanre bibuya goristan.

Hovser Heyranî di nivîsek xwede behsa koça ji Çemîşgezekê destpêkirî dike.

“...Di 15ê Hezîrana 1915an de amadekariyên koçkirinê destpêkirin. Û fermanek wiha derxistin. -Sibehê bêcûdekarî hemû Ermenî ewê herin Arapgîr. Bi tenê dikarin li gel xwe hin erzakên sivik û xarina rê bigirin. Bilî vê ti tuştî nikarin bibin. Heqê rê kesên diçin  ewê bidin. Eşyayê nav malê dive di cîh de were hiştin. Piştî ku derî hatin girtin, dive ku nifte radestî hikumetê werin kirin. Kesên ku muslimantiyê qebûl bikin, dikarin karê xwe dewam bikin.-  Telal di nav taxên Ermeniyan de derbas dibûn û bi dengek bilind ev ferman dixwendin...”

Her tiştê di dema rêwitiyê de ewê destpêbikira.. Û di  rêwitiyê de erişan  heman destpêkir.

Dihatin kuştin, dihatin şêlandin, destdirêjiya namûsa wan dikirin. Cîranê Kurdan li ber çavên Kurdan dihatin qirkirin û kurdan nikaribûn midaxle bikin. Kesên midaxle dikirin jî heman aqûbeta Ermeniyan dijiyan. Û qir kirin. 

Di serî de kurd û gelê ku li heremê dijiyan li dijî ermeniyan hatibûn xapandin. Hin kes jî li kêleka eskerên Tirkan cîh digirtin û dibûn şirîkê vê komkujiyê.

Gelek kesên di vê koçê de cîh girtibûn di dema rêwitiyê de hatin kûştin. Kesên ku gihîştin kampan jî ji birçînan û ji nexweşînan mirin. Di encam de di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin milyon û nîvek Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatinin qirkirin..

Nivîskarê Kurd Kemal Fevzî di sala 1915'an de di nivîsek xwe de wiha digot:

Li Rihayê rojek germ bû, li derveyî bajêr dibin kendal û siyên daran de kesên sêwî, jin, jinebî û zarokên ji bîrçîna li ber candayinê û cesed hebûn. Li erdê dirêjkirî bûn. Belê ew kesên ji Mûşê, ji Erzûrimê, ji Wanê, Ji betlisê birêketibûn û diyar bidiyar meşiyabûn hebûn. 

Bi hezaran zarok, keç û jin li pazaran wek kole hatin firotin. Di nava demek kûrt de gelê heremê hatibûn qirkirin. Gelek bermahiyên Ermeniyan hatin tehrîp kirin. Dest dane ser mal û milkê wan.

Di navbera sala 1915 an 1923'an bi Ermeniyan re, 500.000 Suryanî, 750.000 Helen jî hatin koçkirin..

Lê reqemên kesên hatinin kûştin û şîneya Ermeniyan wê demê hetanî îro jî nehatî zerlal kirin. Di vî warî de gelek nîqaş û aloziyên mezin henin. Hin çavkanî nifûsa Ermeniyan a wê demê waha îdea dikin..

Çavkaniyên Osmanî    1.295.000
Çavkaniyên Ernenî      1.914.000
Çavkaniyên Rojavahî  1. 800.000

****

Talat Paşa di nav tevgera Îtahat û Terakî de ne eskerî di ware siyasî de gelek bi bandor bû. Di sala 1908'an de wek mebûs li Edîrnê hat bijartin. Di sala 1913an de ji wek wezîrê karê hundirîn di hikumetê de cîh girt. Dema ku di 24'ê Nîsana  1915an de plana qirkirina Ermeniyan hat dayîn, li kêleka Enwer Paşa ew jî hebû.

Talat Paşa dema wezîr bû biryar da û li kêleka Alman tevlî şerê cîhanê yê yekem bû. Dema ku Alman di şer de têk çûn, di heman demê de ev bû sedema têkçûna rêvebirên îtihad û terakî jî. Ji bo vê yekê di 1'ê Mijdara sala 1918'an de Talat û hevalên xwe bi keştiyek Almanan a bin avê, ji Tirkiyê bazdan. Li ser Ukranya derbasî Almanya bûn.  Dewleta Almanya li Talat xwedî derket û mafê li Almanya mayinê danê. 

Piştî şerê cîhanê ji bo sûcdarên vê komkûjiyê werin darizandin hin dadgeh hatin damezirandin. Ev dadgeh wek sembolik bûn û ji bo Osmaniyan derxin pakiyê hatibûn sazkirin. 

Bi taybet Piştî şerê cîhanê yê yekemîn di 18'ê Çileya 1919'an de ji aliyê komiseriya bilind ya Brîtanya Amîral Calthrope ve 120 kes  birin  Girava Malta û li vêder dadgehek hat damezirandin. Di 29 Tîrmeha 1921'an de Dozgerê qiraliyeta Brîtanya hemû kesan beraat kir. Di vê dadgehê de hin kesên Amerikî jî wek çavdêr tevlî dozê bûn û diyar kirin ku di vê mijarê de belgeyên ku tespît bike ev Komkujiye tunenin..

Lê hatibû îspatkirin ku berpirsyarê vê komkujiyê, pêşengê îtîhat û terakiyê Talat Paşa, Enver Paşa û Cemal Paşa nin.

Dema hat xwestin Talat Paşa were darizandin ew zûde derbasî Berlînê bûbû. Lê hemû şopên berpirsyariya Komkujiya Ermeniyan de Talat Paşa dihat dîtin. 

Sal derbas bûn li Almanya li bajarê Hammê bi ajanê servîsa îstixbarata Îngilizan Aubrey Herbert re di hevdîtinek xwe de wiha digot:

“Ez li dijî qirkirina Ermaniyan ya giştî bûm, lê zextên Almanan li ser me hebûn.”

Talat Paşa piştî ku li ser Ûkranya derbasî Berlîn bû ne wek penaberek, wek dîplomatek hat pêşwazîkirin. Li Berlîn di avahiya ku girtibû de, ew û jina xwe dijiyan. Bihîstibû ku ji aliyê komîteyên Ermeniyan ve biryara kuştina wî hatî dayin. Navek “kod” bikaranî, Alî Sag. 30 kîlo zeîf bû. Simbêlên xwe jê kir. 

Têkiliyên xwe bi siyasetê re qût nekir û bi rêkûpêk bi kemalîstan re diket nav têkiliyan. Di dema Siltaniyê de her çiqas ji Almanya hat xwestin jî Almanan ev daxwaz red kirin.

***

Di plana komkujiya Ermeniyan de ya herî zehmet koç bû. Hatibû plankirin ku di dema koçberiyê de hetanî ku bigîhiştina cîhê xwe ew ê bihatina qirkirin. Ji van koça yek jî ji Erzîncanê bi rê ketibû. Di nav van bi dehezaran koçberên ermenî de, bi nave Solomon Tehleryan xortek 15 salî jî hebû. Dîsa di oma koçê de li gel Solomon dayika wî, 3 xwişkên wî, zavayê wî, 2 birayên wî û biraziyek wî yên 2 salî  jî hebûn.

Di rêwitiyê de rastî erîşa eskerên Osmanî hatin. Dayika wî li wê derê hat kuştin û xwişka wî ji aliyê eskeran ve hat tecawizkirin. Ew jî bi birîndarî, di bin cesedê birayê xwe de xelas bû. Li mala Kurdekî Dersîmî tedawî bû.  Piştî ku sax bû derbasî Tiflîsê bû.

Li Tîflisê 2 sal ma. Piştre li Stenbol, Sofya û dawî de derbasî Fransa bû. Li Fransayê şopandina Talat Paşa domand. Agahiyek girt ku Talat li Berlînê ye û derbasî Almanya bû. Li Berlîn li hemberî mala Talat paşa ya avahiya 37'an a kolana Herderbeg, di avahiya 4'an de bi cih bû.

Her çiqas Talat sîmaya xwe guhertibû, simbêlên xwe jêkiribû û navek din bikardanî jî Soloman ew teşîs kir û bi rojan şopand.

Û 15'ê Adara 1921'an Talat Paşa ji mal derket. Soloman li mala xwe ew dişopand, bi dû wî ket û li kolana Fesenen gihîşt pişt Talat  bang kir, Talat !!!!! û telek gule bera serê Talat Paşa da. Talat Paşa li cihê bûyêrê mir. Solomon Tehleriyan çek avêt ser cesed û ji aliyê Almanan ve hat girtin.

Cesedê Talat Paşa li Berlînê li Goristana Tirkan hat definkirin. Merasîmek fermî çêbû. Di warê dîplomasiyê de tevlîbûnek mezin hebû. Ji Tirkiyê jî gelek kes tevlî vê merasimê bûn. Hin kesan jî peyam şandin.

Di 2-3 Hezîranê li Berlîn doza Solomo Tahleryan destpê kir. 3 parêzer Solomon Tehleryan diparast. Doza Solomon Tehleryan 2 rojan dom kir. Li dadgehê dozger dema ku got te însanek kuştî, got "Belê min kuşt, lê kujer nînim."

Solomon Tehleryan parastinek siyasî kir. Dewleta Alman jî ji bo ku ev doz nebe dozek siyasî pirr hewl da. Solomon Tehleryan dixwest li dadgehê Talat Paşa wek bersûc bide nîşandan. Dewleta Tirk û Alman dixwestin dozê ji atmosfera siyasî derbixin û wek bûyêrek kirmînal nîşan bidin. 

Gelek Ermenî hatin li dadgehê şahidî kirin. Di nav van şahidan de kesek navdar hebû, Gregoris Palakian. Gregoris Palakian, di dema komkujiyê de li Tirkiyê hatibû girtin û ji komkujiyê sax filitî bû.

Solomon Tehleryan piştî darizandina 2 rojan serbest hat berdan. Di destpêkê çû Sirbistan. 3 sal şûnde li wêder bi keçek ji Erzîncan bi navê Anahît Tatîkîan re zewicî. Bar kirin Belçîka û hetanî sala 1945an li vê derê ma. Ji wêder derbasî Amerîka bû. 

Di sala 1960'an de li vê derê jiyana xwe ji dest da. Li Kalîforniya li goristana Ararat hat definkirin. Li ser gora wî kêliyek ji figurê piling û mar hat çêkirin. Dîsa li gelek deverên Ermenîstanê peykelên wî henin.

***

Cemal Paşa piştî têkçûna şerê cîhanê yekem, bi Talat û Enver re derbasî Berlîn bû. Cemal Paşa dema ku li Berlîn bû, li dadgeha Stenbolê, ji bo ku di nav erebandan bûye sebebû serhildana, di sala 1919'an de di derheq wî de biryara cezayê îdamê hat dayîn.

Di 21 Tîrmeha 1922'an de li Tiflîsê ji aliyê 2 tolhiderên Ermenî, Karakîn Lalayan û Sergo Vartanyan ve hat kûştin. Cesedê wî li ser daxwaza Kazim Karabekîr anîn li Erzûrimê definkirin.

Enver Paşa piştî ku Îngilizan biryara îdama wî dan, ew jî bi Talat û Cemal Paşa re derbasî Berlînê bû. Nasnameya xwe guhertibû û ji bo ji nû birêxistin kirina Îtihat û terakî faaliyet dimeşand.  Demek li vêder ma û piştre derbasî Rûsya bû. Di 2 Tebaxa 1922'yan de li Tacikîstan di şerê li dijî eskerên Rusan topek havanê îsabetî wî kir û jiyana xwe ji dest da. 

Sal derbas bûn, di dema desthilatdariya Demîrel de, naaşê wî di 3'ê Tebaxa sala 1996'an de anîn Tirkiyê û bi merasîmek fermî definkirin.

***

Îro li 20 welatî di parlementoyê xwe de zagona komkujiya Ermeniyan pejirandinin. Li Amerika ji 50 eyaletî 36'ê wan ev komkûjî qebûlkirin. Dewletên ku ev komkujî qebûlkirinin ev in..

Arjantîn, Elmanya, Belçîqa, Fransa, Holenda, Qibris, Swêd, Swîsre, Îtalya, Kanada, Lubnan, Rûsya, Slovekya, Ûrûguanya, Yewnanîstan, Polonya, Venezuela û Şilî.

Kurdên ku li Tirkiyê wan bi gelek êş û zehmetiyan re rûbirû man. 

Di 19'ê Çile ya sala 2007an de li Stenbol, li ber derê avahiya Agosê, saet di 15.00 an de, rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ji aliyê nîjadperestên tirk ve hat qetilkirin. Piştî kuştina Hrant komkujiya Ermeniyan ji nû de berfireh hat nîqaş kirin.

Dîsa Ermeniyên ku li Diyaspora dijîn jî bi salan ji bo vê komkujiyê bi cîhanê û bi tirkan bidin qebûl kirin têdikoşin.

Yekem bîryardayin di 24'ê Nîsana 1968an de li Lubnan li bajarê Beyrût hat çêkirin. Piştre li Ermenistan, Amerîka, Misir, Fransa, Brezîlya, Bûlgarîstan û İtalya ev Abîde hatin çêkirin.

Her sal di 24 Nîsanê de li herderî cîhanê Ermeniyên ku dijîn ji bo bîranîna vê rojê merasîma lidar dixin. Li gelek deveran û li ser abîdeyên peyamên vê komkujiyê têne dayîn.