Alîgirê Kaplan Hevserokê Keskan li Dîwana Bilind e

Keskên Partiya Hawîrê yên ji ber ku têkiliya wan bi Leylanî hebû yê ku provakatorê Ocaxên Nijadperest û AKP’ê yê Swêdê bû û ji bo parastina Wezîrê Avadaniyê Mehmet Kaplan pêkutî li medyaya Swêdê dikir, li Dîwana Bilind hate darizandin.

Keskên Partiya Hawirê yên ji ber ku têkiliya wan bi Leylanî hebû yê ku provakatorê Ocaxên Nijadperest û AKP’ê yê Swêdê bû û ji bo parastina Wezîrê Avadaniyê Mehmet Kaplan pêkutî li medyaya Swêdê dikir, li Dîwana Bilind hate darizandin.


Gûstav Frîdolîn ê ku Hevserokê Keskên Partiya Hawirê ye û Dîwana Bilind îro ew darizand,di nav partiyê de wekî alîgirê Kaplan tê nas kirin. Piştî ku têkiliya Kaplan bi rêxistinên oldarên radîkal û faşîst derkete holê, îstîfaya Frîdolîn hatibû xwestin. Lê Frîdolîn cihê xwe yê di partiyê de û peywira xwe ya Wezîrtiya Perwerdehiyê parastibû û ji bo îstîfayê hikum li ser hevserok Asa Romson hatibû kirin.
Televîzyona Dewletê ya Swêdê, Parlementer Jabar Amîn vexwend bernameyeke nîqaşê yê ku rexne li rêveberiyên partiyan dikir ên ku Kaplan diparastin. Pêşkeşvanê bernameyê Anders Holmberg pêşniyaz kir ku hevserokên Partiya Hawirê û sekreterê giştî yê bernameyê beşdarî bernameyê bibin û rexneyên Amîn bibersivînin. Lê ev daxwaz hate redkirin. Sekreterê Çapemeniyê yê Wezîrê Perwerdehiyê û Şefê Plansaziya Wezareta Perwerdehiyê Magnûs Johansson ragihand ku wê Serokê Lijneya Hilbijartinê Joakîm Larsson beşdarî bernameyê bibe.


Johansson ji pêşkêşvanê bernameyê got ku, heke rewşa Kaplan neyê nîqaşkirin kesên giran ên di nava partiyê de dikarin beşdarî bernameyê bibin û Jabar Amîn jî wê nikaribe helwesteke rexneyî diyar bike.


Pêşkêşvanê bernameyê got ku, “Min nikaribû bawer bikira. Berê bi nûnerekî partiya siyasî rastî rewşeke wisa nehatibûm. Ji bo ku rexneyan li Kaplan nekim, bi min re bazarî kir. Dûre jî eşkere got ku, kesên rexneyan dikin ez ê dengê wan bibirim.”


Piştî ku bûyer di raya giştî de jî hate bihîstin, Parlementerê Partiya Moderat Olof Lavesson got ku, Johansson bi talîmata Wezîrê Perwerdehiyê Frîdolîn ji bo parastina Kaplan xwest Televîzyona Swêdê bêdeng bike, û Lavesson, Frîdolîn li Dîwana Bilind gilî kiribû.