TŞYG: Qirkirina Ermeniyan sûcê li dijî mirovahiyê ye
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, Qirkirina Ermeniya sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, Qirkirina Ermeniya sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komîteya Rêveber bibîr xist, ku di 24'ê Nîsana 1915'an de, bi îmzeya Nazirê Dahîliye (Wezîrê Karên Hundir) ê Împaratoriya Osmanî Mehmed Talat Bey, pêleke mezin a girtina rewşenbîr, hunermend, nivîskar û parlamenterên Ermenî dest pê kir.
Komîteyê diyar kir, ku bi vî awayî bûyerên bi qirkirina 1,5 mîlyon Ermeniyan bi dawî bibe, bi tesfiyekirina pêşnegên gengaz ên berxwedanê hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ferza 'yek ol, yek netewe, yek al' di Qirkirina Ermeniyan de şênber bû û Qirkirina Ermeniyan a bi rêya Îttîhat û Terakkî hate kirin, dînamîkên avabbûna Komara Tirkiyeyê radixist pêş çavan.
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê destnîşan kir, ku tevî 102 sal di ser re derbas bûye jî Qirkirina Ermeniyan hê nayê qebûlkirin, tê înkarkirin û mafên dîrokî, siyasî û kolektîf ên gelê Ermenî tine tên dîtin.
AKP QIRKER E
Komîteyê da zanîn, li gel vê înkarê jî qirkirina hatiye kirin hê di hişê gelan de teze ye û wiha dewam kir: "Pêwîste bi rengekî fermî lêborîn ji gelê Ermenî bê xwestin û mafên wan ên siyasî dîrokî tavilê bên dayîn. Divê bi ti awayî neyê jibîrkirin; qirkirin ji destpêkê heta dawiyê hatiye plankirin, bi zanebûn û bi daxwazê hatiye kirin. Ev qirkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji xwe di koka siyaseta înkar û tinekirinê ya faşîzmê de, ev heye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, siyaseta îro ya faşîzma AKP'ê dewama vê nêzîkatiya qirkirinê ye û hat gotin, "AKP û hêzên faşîst ên li dora xwe civandiye, li her qadê êrîşî gelên me dike. Faşîzm şerê li dijî gelan e. Faşîzm di heman demê de şerê li dijî çîna karker û kedkaran e. Faşîzm kuştina Hran Dînk e, komkujiya li Cizîr, Sûr, Roboskî ye, kuştina Alî Îsmaîl, Tahîr Elçî, kuştina Ûgûr Kaymaz e.
Lê belê, tevî hemû zext, teror, girtin, komkujî, fen û fûtên faşîzma AKP-MHP'ê, di referandûmê de deng wekhev derket û ev yek jî nîşan dide, ku gelên me wê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, mezinkirina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, wezîfeya herî girîng û lezgîn a serdemê ye, ku nabe bê taloqkirin.
DIXWAZIN GELÊN ME TESLÎM BIGIRIN
Komîteya Rêveber diyar kir, bi rêya bê alternatîf hiştinê re hewl tê dayîn gel teslîm werin girtin û got, "Çawa ku îşkence, zext, komkujî, operasyon, dek û dolab nikarin pêşî li hilatina rojê, vebûna berfînê bigire, wê li pêşiya daxwazên wekhevî, azadî û edaletê yên gelên me nikaribin bibin asteng.
Roj roja yekbûna li dijî faşîzmê ye, roja pirsîna hesabê êrîşên li dijî gelên me, Ermenî, Rûm, Kurd, Tirk, Çerkes, Laz, Suryanî û hemû gelên me ye! Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî faşîzmê rabin ser piyan, li dora alekê bicivin, li çiyê tevlî nava refên gerîla bibin û li bajaran jî beşdarî nava 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' bibin. Bi vî rengî hesab ji faşîzmê bipirsin."