DOSYA III

Divê rêveberiya Erdogan bikeve

Mirov dikare bi kurtî rewşa ku derketiye holê wiha şîrove bike; Tayib Erdogan di referandûmê de encama ji % 51, bi zordestî, teror û hîleyan bidest xistiye.

Referandûma 16’ê Nîsanê pêk hat, lê nîqaşa wê hîna jî berdewam dike û diyare wê bi dawî jî nebe. Li aliyekî der barê encaman de nîqaş didomin, li milê din jî, tekoşîna li dijî rêveberiya faşîst a Tayib Erdogan derbasî kolanan dibe. Çalakiyên ji şeva 16’ê Nîsanê li dijî hile û zordestiyê destpêkirine bênavber dewam dike. Wisa xuya dike ku ev çalakî wê heya xistina rêveberiya Erdogan jî dewam bikin. Gel, bi eşkere îstîfaya rêveberiya Erdogan dixwaze. Ger ku îstîfa neke, wê bi çalakiyên li kolanan, ji desthilatdariyê bê xistin.

Armanca çalakiyên ku li kolanên Stenbolê destpêkirine pir zelal û sloganên wan jî vekirî ne. Gel bi eşkere dibêje; "Divê Rêveberiya Erdogan biçe". Gel li kolanan, slogana "NA bi dawî nebû ye, Tekoşîn berdewam dike" diqîrin. Gel bi gotina; "NA bi dawî nebûye, hê niha dest pê dike" li dijî dîktatoriya faşîst a Tayyib Erdogan, biryarbûna tekoşînê radixe ber çavan. Girseyên ku derketine kolanan, di referandûma 16’ê Nîsanê de ji serketina dengên NA sedî sed bawerin. Ji aliyê Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve qebûlkirina dengên bê mohr û herwiha ragihandina encama ji % 51 serketina dengên ERÊ, di herkesê de hêrsek mezin afirandiye.

Rêveberiyên HDP û CHP’ê biryar û helwesta YSK’ê, di gelek aliyan de birin ber destê Dadgehê. Tê gotin; ev 'encam'a  referandûmê wê biçe ber dstê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî. Ji xwe ji bo encamên referandûmê, eleqeyeke mezin a  cîhana derve jî heye. Lewma bi qasî nîqaşên hundir, li derve jî nîqaşên berfireh tên kirin. Ji ber vê jî rêveberiya Erdogan ji ber tirsa zextên derve, hayjixwe heye û hewl dide ku rewşê hê zêdetir gûr û geş neke. Lê diyare ku, bi van nêzîkatiyan jî, wê nikaribe hêrs û aciziya gel bi dawî bike. Tê dîtin ku çalakiyên li dijî dîktatoriya faşîst ya Tayib Erdogan, wê bi pêvajoya 1’ê Gûlanê re di asta herî jor de pêşkeve û berdewam bike.

Bêguman di nêzîkatî û tevgereke wiha de, gel heya dawî mafdar e. Ji ber ku hilbijartinek adil, wekhev û demokratîk pêk nehatiye, di şert û mercên rejîma faşîst ya Rewşa Awarte de hilbijartin çêbûye û ti meşrûiyeta wê jî tine ye. Yên ku di referandûmê de gotin ERÊ, tevahiya derfetên dewletê bikaranîn û bîstûçar seatan propagande kirin, berûvajî vê, yên gotin NA, nekarîne mitîngekê lidar bixin û ji aliyê polîsan ve, her roj li kolanan kom bi kom hatine girtin.Weke di mînaka HDP’ê de jî hate dîtin, ji Hevserokan heta parlementeran, ji Serokên şaredaran heya rêveberiyên bajar û navçeyan, bi hezaran endamên partiyê hatine girtin û di rewşek wiha de referandûm pêk hatiye.

Li aliyê din, di dema hilbijartinê de hîleyên gelek mezin û bi eşkere hatine kirin. Bi çekan û darê zorê bikaranîna dengan bigrin, heta sindoq bi pisûlayên bê mohr hatine dagirtin û hîleyên cûr be cûr hatine kirin. Niha gelek derdor bi hêza xwe, ji bo ronîkirina van hîleyan, dinava ligerînê de ye. Tayib Erdogan jî bi gotina; "Yên ku hesp girtiye, Uskudar derbas kiriye" bi eşkere îtîrafkiriye ku di referandûmê de dengên hilbijêran diziye.

Tevî van hemûyan û îlankirina encamek wisa ya YSKê jî, têra çêkirina destûr an jî di destûrnameyê de guhertinekê nakin. Ji ber ku encam wekhev in û li beranberê ji % 51, % 49’in. Lewma ev encam ji bo guhertina Destûra Bingehîn, ku wê ji lihevhatina civakî pêk were kêm in û têrê nakin. Ya herî girîng jî, sê bajar û metrepolên herî mezin ên Tirkiyeyê û paytext jî di nav de, Stenbol, Enqere û Îzmîrê gotiye NA. Li Kurdistanê jî, di serî de Amed, Wan, Mêrdîn û li gelek bajaran de bi rêjeyek bilind dengên NA bi serketiye. Divê baş were famkirin ku, gelê Kurd ji vê guhertinê re goitye na û destûra bingehîn a hatiye guhertin weke ya xwe nabîne. Herêmên weke Marmara, Ege û Derya Spî bi giştî gotine NA. Di vê rewşê de mirov dikare bêje; Yên ku gotine ERÊ, di çar aliyan de hatine dorpêçkirin.

Pir eşkere ye ku encamek wiha têrê nake û nikare zagonên esasî biguhere an jî destûreke nû ya bingehîn çêbike. Ji nîviya civakê, ku ji beşên cûda pêk tê; ji guhertina destûra bingehîn re gotiye NA. Eger em hîleyên ku bi eşkere hatine kirin jî li ber çavan bigrin, hejmar û rêjeya kesên ku gotine NA ji nîvêya civakê zêdetirin û di referandûmê de jî yên ku gotin NA biserketine. Dema mirov şert û mercên pêvajoya propagandayê ya newekhev û zordest li ser van zêde bike; pir eşkere derdikeve holê ku, dîktatoriya Erdogan û Bahçelî wenda kiriye.

Li ser vê bingehê, divê encamên rast yên referandûma 16’ê Nîsanê baş werin nirxandin. Li gorî vê ya yêkemîn; Civaka Tirkiyeyê ku ji beşên cûde pêktên, ji gûhertina destûrnameya ku Erdogan û Bahçelî dixwest çêbikin re gotiye NA. Lewma divê ji Tayîb Erdoganê ku bi gotina "Yên ku hesp girtiye, Uskudar derbas kiriye" rê neyê dayîn û li dijî bi sazîkirina dîktatoriya faşîst tekoşîn were meşandin. Encama duyemîn jî, civaka Tirkiyeyê rêveberiya niha ya AKP’ê ji kar xistiye û lazime rêveberiya Erdogan derhal îstîfa bike. Lewra encama ku ji aliyê YSK’ê ve hate îlankirin, bi tenê aîdê AKP’ê nîne. Ev encam li gel AKP’ê, di heman demê de aîdê eniya faşîst, MHP, BBP û Huda-Parê ye jî. Yanî eniya faşîst a ji çar partiyan pêk tê, bi darê zorê kariye ji % 51 encam bigire. Pir zelal e ku dema dengên partiyên din ji vê encamê werin derxistin; rêjeya dengên AKP’ê dikeve biniya % 35’an. Ev rêjeya dengan jî, ji bo bi tenê serê xwe li desthilatdariyê bimîne,têra nake. Lewra derketina girseyên gel liderve bi gotina "Dengên NA qezenç kiriye" û daxwazên îstîfakirina rêveberiya Erdogan biwateye û rewşek tê famkirine.


Başe, di vê rewşê de wê çi bibe? Pir zelale ku wê Tayib Erdogan bêy ku wext wenda bike, daxuyaniya ku YSK’ê daye esas bigre û ji bo dîktatoriya xwe ya faşîst bi dem dezgeh bike, xebatên xwe ber bi encamê ve bibe. Yekser piştî referandûmê, bi MGK û hikûmetê re civîn pêk aniye û rejîma faşîst a Rewşa Awarte jî, sê mehin din dirêj kiriye. Piştî ragihandina encamên fermî yên YSK’ê jî, wê bibe serokê AKP û serokatiya xwe jî weke fermî îlan bike. Ji xwe netewe-dewleta îro rûxiya ye, Erdogan wê hewl bide ku bi sistemeke nû çeteyên faşîst li dora xwe bi rêxistin bike.

Di xebatek wisa de, diyare ku wê ji hevkarên xwe yên referandûmê jî piştevaniyê bigre. Ji ber ku di serî de Bahçelî, Mûstafa Destecî û rêveberiya Huda-Parê di her aliyan de teslîmê Tayib Erdogan bûne û desteka Erdogan nebe, ev derdorene nikarin bi tenê rojekê jî li ser lingan bimînin. Partiyên wan perçe bûne û di referandûmê de jî piştevaniyek lawaz girtine. Me berê gotibû; "Ger ku di referandûmê de ERÊ derkeve, wê piştre hilbijartina hemwext werî rojevê" A rast, eger rêjeya dengên ERÊ di ser % 55’an de bûya, wê Erdogan ber bi hilbijartina hemwext de çûba û di serî de ew partiyên ku hevkarên wî ne, wê ber bi helandinê birêba û di parlemenê de jî wê hewlbida rêjeya herî bilind bidestbixe. Lê AKP bi vê encama niha here hilbijartinê, wê wenda bike û ji desthilatdariyê jî bikeve. Eger niha behsa hilbijartinê nake ji ber vê sedemê ye û ev rewşe wisa berdewam bike diyare ku wê nikaribin biçin hilbijartinan. Halîhazir, wê ji hevkarên xwe destek bigre û wê hewl bide ku dîktatoriya xwe ava bike.

Mirov dikare bi kurtî rewşa ku derketiye holê wiha şîrove bike; Tayib Erdogan di referandûmê de encama ji % 51, bi zordestî, teror û hîleyan bidest xistiye. Li ser vê encamê û bêy ku wext wenda bike, wê ji bo bi sazî kirina dîktatoriya xwe a faşîst xebatan bimeşîne. Di rewşa îro de bi rêya hilbijartinan ji desthilatê xistina Erdogan êdî ne mimkûne. Wê demê çi dikare were kirin? Berî her tiştî, divê encamên referandûmê, ku bi hîle, darêzorê û terorê derketiye holê neyin qebûl kirin û rewa neyin dîtin. Divê li dijî dîktatoriya faşîst ya Tayib Erdogan bi rê û rêbazên cûde tekoşînek demokratîk were pêşxistin û rê neyê dayîn ku dîktatoriya xwe dem û dezgeh bike. Jibo vê jî lazime, berxwedana demokratîk bênavber berdewam bike û rêveberiya faşîst ya Erdogan ji desthilatê were xistin. Başe ev yeke mimkûne an ne? Belê Mimkûne, ji ber ku Erdoganê ku niha bûye Seddam re, ne civaka Tirkiyeyê ne jî hêzên cîhanê naxwazin bihevre bijîn.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA