Wekîl û rêveberên HDP'ê bang kirin: Hevserok û wekîlên me berdin!

Parlamenter û rêveberên HDP'ê li pêşiya avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) li hev civiyan û ji bo hevserok û wekîlên xwe yên girtî daxwaza edaletê kirin.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û parlamenterên wê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Hevserokên xwe û parlamenterên xwe yên girtî, careke din li pêş avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn li hev civiyan. Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û parlamenter Aycan Îrmez, Bedîa Ozgokçe, Dîlek Ocalan, Erdal Ataş, Erol Dora, Mîthat Sancar, Muslum Dogan, Nadîr Yildirim, Saadet Becerîklî, Sirri Sureyya Onder û endamên desteya Rêveberiya Navendî jî di nav de heyeteke qelebalix li hev civiya. Li ser navê heyetê Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr bal kişand ser rola Dadgeha Destûra Bingehîn a di nerewabûna encamên referandûmê de û got, "Yek ji sedemên neqebûlkirina encama refearndûmê, girtî ne."

Baydemîr di dewama axaftina xwe de got, "Eger encamên vê referandûmê ji aliyê hiqûqî, exlaqî û siyasî ve nayê qebûlkirin, sedema herî girîng girtina Hevserokên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, cîgirên serokê koma me û parlamenterên me ne ku niha li girtîgehê ne. Edaleta derengmayî edalet nîne. Em dixwazin careke din bêjin, ya ku parlamenterên me girt dadgeh nîne; otorîteya siyasî ye. Her dadgeheke serî ditewîne, her dadgerekî serî ditewîne, li gorî Destûra Bingehîn sûc dike. Girtina wekîlên me, ku bû 171 roj, sûcekî li dijî Destûra Bingehîn e. Em careke din bang li Serok û endamên Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku hukmê Destûra Bingehîn bi cih bînin.

Li gorî Destûar Bingehîn mafê her welatî ye ku hilbijêre, bê hilbijartin û bi rengekî azad siyasetê bike. Di şexsê Hevserokên me de ku 171 roj in girtî ne, mafê hilbijartinê yê 6 mîlyon însanî, mafê wan ê kirina siyasetê hatiye talankirin."

'DIVÊ BIBE DAXUYANIYA ME YA DAWÎ KU LI PÊŞIYA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN TÊ DAYÎN'

Baydemîr destnîşan kir, eger Hevserokên wan di dema kampanyayê de li derve bûna, dibe ku ev encama bi guman derneketibûya holê û got, "Hemû dadgerên ku di erka xwe de zêdegavî kirin û biryara girtinê dan, ji vê rewşê berpirsyar in. Ez bang li wan dikim, ku li gorî biryara xwe ya beriya niha bi 4 salan der barî 'Balbay' de girtibûn, tevbigerin. Gelo di vî warî de çi hate guhertin? Zêdeyî 140 hincetên wê biryarê hene. Her sedemek, li gorî bîr û baweriya ku nabe parlamenterek ji karê qanûndanînê bê dûrxistin, hatiye amadekirin. Eger DDB li gorî biryarê xwe tevnegere, eger dadgehên herêmî wê biryarên DDB bi cih nîne, wê çaxê wê kî bi cih bîne! Hêvîdar im ev ê bibe daxuyaniya me ya dawî ya li ber Dadgeha Destûra Bingehîn."

Baydemîr wiha dewam kir: "Demîrtaş parlamenterê Stenbolê ye, Stenbolê gotiye NA. Yuksekdag ji Edeneyê ye û parlamentera Wanê ye, Edene û Wanê gotin NA. Balûken parlamenterê Amedê ye, Amedê gotiye NA. Bila Serok û endamên DDB zanibin ku wê nikaribin dengên me yên NA bigirin. Em îro careke din dibêjin NA. Heta ku sedemên me yên ji ber dengê NA ji holê neyên rakirin, em ê her tim bêjin NA:"

SANCAR: ÊN DITIRSIN BILA ÎSTIFA BIKIN

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî got, "Tiştekî ku em nû bêjin nîne. Ya ku divê baxive DDB e. Ya bila daxuyaniyekê bidin ya jî biryarekê. Em dixwazin vê rewşê bînin bîra raya giştî. Tevî vê yekê em dixwazin şensekî din bidin Serok û endamên DDB. Şensê rizgarkirina rûmeta xwe ye. Feraseta wan diyar e. Girtina parlamenterên me êrîşa li dijî mafê hilbijartin û dengdêran e. Lazim e Dadgeha Destûra Bingehîn tavilê daxuyaniyekê bide."

Sancar got, "Eger zexteke siyasî hebe, eger ditirsin bila îstifa bikin."