Meclîsa Gelê Kurd a li Îngilîstanê kongreya xwe pêk anî
Li bajarê Readîng ê Îngilîstanê, "Meclîsa Gelê Kurd a herêma navîn a Îngilîstanê" kongreya xwe pêk anî.
Li bajarê Readîng ê Îngilîstanê, "Meclîsa Gelê Kurd a herêma navîn a Îngilîstanê" kongreya xwe pêk anî.
Bi qasî sed delege beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de komîteyên perwerde, jin, ciwan, maf û edalet, malbatên şehîdan û rêxistinbûnê hatin avakirin.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir û piştî nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî, hilbijartin hate kirin.
Di hilbijartinê de 8 komîsyon hatin avakirin û meclîsa ji 43 kesan hate hilbijartin. Devrîm Dîlek û Ayetûllah Satlik jî bûn hevserok.