Li Mûsilê bi ser taxên dawî yên di destê DAIŞ’ê de operasyon
Li Mûsilê bi ser taxên dawî de ku di destê DAIŞ’ê de ne operasyon hate destpêkirin. Heşdî El Şabî jî du gundên di destê DAIŞ’ê de yên li Başûrê Şengalê ji dest DAIŞ’ê stand.
Li Mûsilê bi ser taxên dawî de ku di destê DAIŞ’ê de ne operasyon hate destpêkirin. Heşdî El Şabî jî du gundên di destê DAIŞ’ê de yên li Başûrê Şengalê ji dest DAIŞ’ê stand.
Îro fermandarê operasyona ‘Wa Hatin Ey Nînowa’ Ebdulemîr Reşîd Yarella bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona rizgarkirina herêm û taxên li rojavayê Mûsilê yên dibin destê çeteyên DAIŞ’ê de hatiye destpêkirin.
Yarella diyar kir ku ev operasyon bi awayekî hevbeş ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye destpêkirin û ragihand: “Hêzên Iraqî ketin nava taxa Şîfa û nexweşxaneya Cumhurî. Hêzên polîsên îtîhadî jî ketin taxa Zincîlî.”
Operasyona kontrolkirina Mûsilê 17’ê Cotmeha 2016’an dest pê kiriye. Li Rojavayê Mûsilê tenê hinek tax mane ku dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ne.
Her wiha hêzên Heşdî Şebî di 24’ê Gulanê de pêngava duyem ya operasyona duyem ya ‘Muhemed Resulelah’ ya ji bo kontrolkirina herêmên Beac’ê heya sînorê Sûriyê ragihandibû. Di çarçoveya operasyonê de îro, du gundên din yên bi navê Rambûsa Rojhilat û Rambûsa Rojava ku dikevin Başûrê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin.
Hêjayî gotinêye ku herdu gund jî gundên Kurdan in û Rambûsa Rojhilat jî gundê Kurdên Êzidî ye.