Şehîdên meha Gulanê li Frankfûrt û Peîne hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê, li bajarên Frankfûrt û Peîne yên Elmanyayê hatin bîranîn.

KOMAW'ê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Şehîdên meha Gulanê bibîr anî. Xizmên şehîd û windayan ên li bajarên Frankfûrt, Hanaû û Offenbachê beşdarî civîna bîranînê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Eyup Cizîrê axivî û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîdan derkevin."

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî li vir axivî û got, "Yên ku gelê Kurd gihandiye vê astê, şehîdên me ne. Meha Gulanê ji bo me meheke gelekî girîng û watedar e. Em deyndarê şehîdên xwe ne û divê em her tim û li her cihî xwedî li nirxên şehîdên xwe derkevin. Em çiqasî xwedî li malbatên şehîdan derkevin, çiqasî li wan bipirsin, ew ê jî zanibin ku têkoşîna zarokên wan dewam dike."

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ya Hessenê Delal Yaman axivî û got, "Meha Gulanê ew meh e ku Denîzan, Îbrahîman, Hakkî Kareran tarîtî ronî kiriye. Meha Gulanê meha şînbûna têkoşînê li zindana Amedê ye."

Di merasîmê de Kek Abdullah, ku 5 birayên wî ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin axivî û hêviya xwe ya ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî anî ziman. Kek Abdullah got, "Em çiqasî bibin yek, em ê ewqasî jî xurt bin."

Civîna bîranînê, bi nîşandana sînevîzyonê ya ji bo bîranîna şehîdan hate amadekirin, bi dawî bû.

Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyonên Jinan ên Wolfsbûrg û Salzgîterê şehîdên meha Gulanê bibîr anîn.

Hakkîme Yoûsef di destpêka merasîmê de axivî û got, "Em şehîd Hakkî Karer, Gûrbet Aydin, Mizgîn û hevrêyên wan bi rêzdarî bibîr tîni. Em soz didin ku em ê şopdarên şervanên ku xwîna xwe li ser axa Kurdistanê rijandine, bin."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qediya.