AKP têkildarî windayan bi zanebûn gavê navêje

Ji Dayikên Şemiyê Sebla Ercan bang li her kesî kir, roja 27'ê Gulanê piştgiriyê bidin têkoşîna Dayikên Şemiyê ku dikeve sala xwe ya 22'an.

Endama komîsyona li dijî windayan a Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Sebla Ercan, bi wesîleya 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan, ji ANF'ê re axivî.

Sebla Ercan yek ji wan jinan e ku rûniştina Dayikên Şemiyê daye destpêkirin. Ercan, tevî xizmên windayan ev 22 sal in her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê ji bo edaletê nobedê digire. Ercan destnîşan kir, ku windakirina di binê çavan de, ji aliyê hemû rejîmên zordar ên li cîhanê ve, ji bo tinekirina mûxalîfan weke rêbazekê tê bikaranîn. Ercan têkoşîna li dijî vê rêbazê şiband, "Lêgerîna li hebe xîzê li nava deryayê ya jî hilkişîna bi werîsê şematokî" anî ziman, têkoşîna Dayikên Plaza de Mayo yên Arjantînê kete sala 40. û ya Dayikên Şemiyê jî ketiye sala 22'an. Ercan diyar kir, ji ber ku dewlet bi zanebûn aqûbeta windayên di binê çavan de dinixumîne, têkoşîna wan demeke ewqasî dirêj dewam kiriye. Sebla Ercan got, "Di destê me de ti agahî, di dane nîne ku em pê li wan bigerin" û ragihand, hemû agahiyên li ser windayan, ji aliyê hemû saziyên dewletê ve hatine tinekirin. Ercan da zanîn, mirov ne tenê hatine windakirin, pê re hemû agahî jî hatine tinekirin û got, "Piştre jî dest bi înkarê dikin. Lêgerîna li mirovên hebûna wan tê înkarkirin, têkoşîna hiqûqî ya ji bo wan, bi rastî jî gelekî zehmet e."

'HIKUMETA AKP'Ê VÎ SÛCÎ DIDOMÎNE'

Ercan anî ziman, ti cihekî din nemaye ku parêzvanên mafên mirovan di vê mijarê de serî lê bidin û diyar kir, ti ji hewldanên wan ên hiqûqî neçûne serî. Ercan destnîşan kir, ku ev bêhiqûqî ne tenê der barê windayên di binê çavan de ye û bibîr xist, hemû sûcên ji aliyê 'hêzên ewlekariyê' ve tên kirin, bi rengekî rêk û pêk bê ceza tên hiştin. Ercan ragihand, desthilatdariya ku aqûbeta mirovên di binê çavan de hatine windakirin eşkere nake û kiryaran dadgeh nake, bi qasî yên ew mirov winda kirine sûcdar in û wiha dewam kir: "Mirov nikarin bêjin, ku ji ber îro kes di binê çavan de nayê windakirin, AKP ne berpirsyar e. Hikumet, ji ber ku aqûbeta windayan eşkere nake û di mijara darizandina kiryaran de gavekê navêje, vî sûcî didomîne." Ercan bibîr xist, di dema hikumeta AKP'ê de Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kete meriyetê û di sala 2011'an de li Qesra Dolmabahçeyê di dema hevdîtina bi Serokwezîrê wê demê Erdogan re, tevî ku gotine peymana NY derfetên mezin dide xizmên windayan, heta roja îro ev peyman nehatiye îmzekirin."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BÊ CEZA HIŞTINÊ

Ercan got, "Eger îro aqûbeta mirovên di binê çavan de bihata eşkerekirin û kiryar bihatina darizandin, ne li Gezî, ne li Pirsûsê, ne jî li Enqereyê wê mirov nehatibûna kuştin; wê panzerê dîwarê malekê xera nekiribûya û zarokên di malê de nekuştibûya" û diyar kir, sîstema bê ceza hiştinê, cesaretê dide kesên van sûcan dikin. Ercan destnîşan kir, kesên sûcê windakirinê kirine li vî welatî her tim payeya wan hatiye bilindkirin û xelat ji wan re hatiye dayin. Di adwiya axaftina xwe de Ercan ragihand, têkoşîna li dijî windayan, di heman demê de tê wateya têkoşîna li dijî bê ceza hiştinê û got, "Têkoşîna li dijî bê ceza hiştinê, parastina mafê jiyanê û demokrasiyê ye. Parastina van nirxan, ne tenê karê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan e, wezîfeya her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' e."

Endama komîsyona li dijî windayan a Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Sebla Ercan diyar kir, 27'ê Gulanê salvegera 22. a çalakiya wan a li Meydana Galatasarayê ye û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna Dayikên Şemiyê.