Qedexeya li Elmanyayê wê bi rengekî girseyî bê şermezarkirin

Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman, ku alên PYG, YPG û YPJ'ê qedexe kir, wê roja Şemiyê li paytext Berlînê bi xwepêşandanên girseyî bê şermezarkirin.

Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman, ku alên PYG, YPG û YPJ'ê qedexe kir, wê roja Şemiyê li paytext Berlînê bi xwepêşandanên girseyî bê şermezarkirin. Komên çep û sosyalîst ên Elman jî wê piştgiriyê bidin xwepêşandanan.

Wezareta Karên Hundir a Elman, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest, alên gelek partî û saziyên Kurdan bên qedexekirin, ku di nava van de PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM jî hene. Wezaretê, ev fermanname weke 'nûkirina' qedexeya li ser PKK'ê bi nav kiribû.

XWEPÊŞANDANA DESTPÊKÊ LI BERLÎNÊ YE

Ev biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, wê bi xwepêşandanên girseyî yên ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tên organîzekirin, were şermezarkirin. Xwepêşandana destpêkê wê roja Şemiyê li Berlînê pêk were. Çalakî wê li ber avahiya şaredariya navçeya Neûkolln (Rathaûs Neûkolln) saet di 13:00 de dest pê bike û polîtîkaya hikumeta Elman a krîmînalîzekirina Kurdan wê were şermezarkirin.

Tevî saziyên Kurdan ên li Berlînê,w ê komên çep û sosyalîst ên Elman jî destekê bidin xwepêşandanê. Çalakî wê bi navê "Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ'ê" bê lidarxistin.

NAV-DEM'ê li ser mijarê bangek kir û ji Kurdistaniyan, demokrat, antî mîlîtarîst û piştevanên Elman xwest, ku beşdarî xwepêşandanê bibin. Di bangawaziyê de hat bibîrxistin, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, bi pêşengiya YPG'ê li dijî çeteyên DAıŞ'ê têkoşînek ji bo mirovahiyê tê dayin û hat xwestin, ku her kes li ber vê biryara hikumeta Berlînê ya qedexekirinê rabe.